Serdanên piştevaniya ji bo Gergerlîoglû didomin 2021-03-24 13:34:59 ENQERE - Serdanên piştevaniya ji bo Omer Farûk Gergerlîoglû yê parlamenteriya wî hat betalkirin didomin. Gergerlîoglû di serdanê de got: “Wê berxwedana me zilmê têk bibe.”  Piştî parlamenteriya Omer Farûk Gegerlîoglû yê HDP'yî hat betalkirin li Meclîsê dest bi çalakiya “Nobeta Edaletê” kiribû. Gergerlîoglû çalakiya xwe ji Meclîsê veguhezand Navenda Giştî ya HDP’ê û li vir didomîne. Serdanên piştevaniyê yên ji bo Gergerlîoglû didomin. Îro ji bajarên Stenbolê, Çanakkale û Sêwazê welatî serdana Gergerlîoglû kirin û piştevaniya xwe bo wî nîşan dan.    Gergerlîoglû di serdanê de axivî û wiha got: “Berxwedana me didome. Em ê li Meclîsê, li vir li her deverê li ber xwe bidin. Wê berxwedana me zilmê têk bibe û em ê bi ser bikevin. Em li bendê ne her kes piştevaniya çalakiya me bike.”