Rêya Rûbarokê ji ber lehiyê hat girtin 2021-03-24 14:40:17   COLEMÊRG – Li Colemêrgê, ji ber barana zêde gelek mal di bin avê de man û rêya Rûbarok û Şemzînanê ji çûn û hatinê re hat girtin.   Li navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colermêrgê, duh bi şev baraneke zêde bariya. Li her dû navçeyan jî gelek mal di bin avê de man. Welatiyan ava ku ket mala wan û bû sedema xesarên madî bi satilan derxistin. Ji ber barana zêde li rûbarê ser rêya Rûbarok û Şemzînanê lehî rabû û ji ber lehiyê rê ji çûn û hatinê re hat girtin. Dîsa li ser rêya Çelê û Colemêrgê jî li hin deveran hezan çêbû.