‘Qeyûm şaredarî veguherandiye qadên rantê’ 2021-03-24 15:27:52   ÊLIH – Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, diyar kir ku qeyûm şaredariyêb veguherandiye qadên rantê û karên ku ne xizmeta şaredariyê ne dike.   Rêxistina HDP’ê ya Êlihê, di salvegera tayînkirina qeyûm a ser Şaredariya Êlihê de civîneke çapameniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên bajar Ayşe Acar Başaran û Necdet Îpekyuz, Hevşaredarên Bajar Mehmet Demîr û Songul Korkmaz û Hevserokên HDP’ê yên Bajar Omer Kûlpû û Fatma Ablay tevlî civînê bûn.    ‘QEYÛM BI SER NAKEVIN’   Di civînê de destpêkê Parlamenterê HDP’ê yê Bajar Necdet Îpekyuz axivî û diyar kir ku feraseta şaredariya gel di hedefa desthilatê de ye û demeke dirêj e bi qeyûman dixwaze vê ferasetê bitepisîne, lê tayînkirina qeyûman li hemberî vîna gel bi ser nakeve.    ‘HEVSEROTKATÎ XETA ME YA MOR E’   Hevşaredar Songul Korkmaz jî gefên Serokkomar ên beriya hilbijartinê yên ji bo tayînkirina qeyûman bi bîr xist û diyar kir kesên ku feraseta şaredariya qebûl nakin serî li xespkirina vîna gel dane û wiha got: “Bi tayînkirina qeyûman destpêkê êriş birin ser saziyên kurdî û jinan. Hevserokatî xeta me ya mor em ê qet dev jê bernedin.”   ‘QEYÛM ŞAREDARIYÊ KIRIYE BIN DEYN’   Piştî Korkmez Hevşaredar Mehmet Demîr aixî û diyar kir ku qeyûmê Êlihê şaredariya Êlihê veguherandiye qada rantê û bi karên ku ne xizmeta şaredariyê ne şaredariyê kiriye bin deynekî giran û wiha got: “Her çiqas em bi awayekî nehiqûqî ji peywirê hatibin girtin jî em ê berpirsyariya xwe ji bo bajar pêk bînin û heta ku qeyûmam têk bibin, hemû kar û kirariyan bişopînin û parve bikin.”