ÎHD’a Amedê: Em li cem Dayikên Şemiyê ne 2021-03-24 15:32:33   AMED - Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn bertek nîşanî darizandina Dayikên Şemiyê da û çalakiya wan bi salane didome mafdar e û ew li cem Dayikên Şemiyê ne.    Dayikên Şemiyê di 25’ê tebaxa 2018’an de xwestibûn Meydana Galatasarayê çalakiya xwe ya 700’î de li dar bixin. Polîsan xwe li çalakiya Dayikan negirt, êrişî wan kirin û gelek ji wan binçav kiribûn û paşê berdabûn. Derbarê Dayikên Şemiyê de bi îdiaya “Li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşanê ya jimara 2911’an derketine” doz hatiye vekirin. 46 dayik ji vê dozê tên darizandin û wê danişîna dozê sibê li Edliya Stenbolê were lidarxistin. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê têkildarî darizandina Dayikên Şemiyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.    Serokê Komeleyê Abdullah Zyetûn di civînê de axivî û destnîşan kir ku ew li cem têkoşina edaletê ya Dayikên Şemiyê cih digirin û got: “Meydana Galatasarayê û Abîdeya Mafê Mirovan a Koşûyolû yên me hemûyan in û em ê li wan qadan têkoşîna xwe ya maf û edaletê berdewam bikin.”    ‘TEVÎ HEMÛ ZEXTAN JÎ DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDAN’    Rêvebera Komeleyê parêzer Gurbet Yavuz daxuyanî xwend û bi bîr xist ku di salên 90’î de ji ber êrişên hêzên dewletê û hêzên paramîlîter ên li ser navê dewletê tevger dikirin bi hezaran kes di binçavan de hatin windakirin. Yavuz anî ziman ku Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan tevî hemû zextan jî çalakiyên xwe didomînin û li gel van pêkûtiyan jî dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedan. Yavuz got çalakî û civînên Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan ne li dijî qanûnan e û xwest dayik ji dozê werin beraetkirin. Yavuz diyar kir ku ew jî li gel dayikan wê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.