ROJEVA 25'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-25 09:00:49 * Aslihan Tîmûr ku kurê wê Botan Tîmûr di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de ye, diyar kir ku gore ji kurê xwe re şandine, lê belê îdareya girtîgehê qebûl nekiriye û got: "Li girtîgehan tahde û zilm heye." * Kurekî Halîme Başal a 80 salî di sala 1992'yan de tevli PKK'ê bûye û kurekî wê yê din jî keya ye. Gef li Başal xwarine, ger ku neçe ber avahiya HDP'ê ya Amedê dê keyatiya kurê wê bê betalkirin. Ji ber vê bi darê zorê Başal birine ber avahiya HDP'ê.    * Heya niha di ser 100'î re girtî ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê sewqî girtîgehên jimare 1 û 2'yan hatine kirin. Hat hînbûn ku di dema sewqkirinê de îdaeya girtîgehê dest daniye ser amûrên girtiyan û 11 roj cezayê hucreyê li wan biriye.    * 10 sal berê hatibû gotin ku Siyamek Derbazî jiyana xwe ji dest daye. Wê demê rayedaran ji malbatê re gotiye "di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest daye", lê belê bêyî ku malbat cenazeyê wî bibîne hatiye definkirin. Birayê wî Saman Derbazî yê ûrmiyeyî, ji bo aqûbeta birayê xwe serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê da.    * Jinên îzmîrî ku li dijî biryara betalkirina Peymana Stenbolê li qada ne gotin: "Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan biparêzin."    * Li navçeya Dûtaxê eskeran Mûrat Kaya kuştibû. Di lêpirsîna derbarê kuştina Kaya de bi hinceta "qisûr nehatiye dîtin" biryara "neşopandinê" hatibû dayîn. Piştî ku îtiraza malbatê hatibû redkirin, malbatê serî li AYM'ê da. Parêzer Mahmût Kaçan, diyar kir ku li cihê bûyerê lêkolîn nehatine kirin û şahid nehatine guhdarkirin.    * Serokê Baroya Antalyayê Polat Balkan, diyar kir ku îqtidar ji bo xwe li ber dilê hin cemaet û terîqatan şîrîn bike dev ji Peymana Stenbolê berdaye û got: "Ev biryar, ragihandina devjêberdana ji demokrasî, dewleta hiqûqê û mafên mirovan e."    * Rojnameger Îbrahîm Êzidî derbarê geşedanên dawî yên li Şengalê de anî ziman ku dema ku li Şengalê Asayîşa Êzîdxanê hat avakirin tu hêz tune bûn û got: "Li Mûsil û Iraq rêxistinên çekdar ên eşîretan hene. Van êşiran bi çekdarî xwe bi rêxistin kiriye. Çima Iraq naçe wan hêzan dernaxe?"   * Jinên KESK’î, diyar kirin ku bi biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê, tune hesibandina jinane û gotin: “Ev biryar tenê jinan eleqeder nake, di heman demê de zilaman jî eleqeder dike. Kesên li dijî vê biryarê dengê xwe dernexin, alîgirin.”    * Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" de wê li otelek Enqereyê bi bişdariya oldaran civîna "Hevdîtinên heq, edalet û wîjdan" li dar bixe. (10.00)   * HDP wê di çarçoveya "Hevdîtinên Ji Bo Nan û Kar" de li navçeya Hopa ya Artvînê civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.00)   * Li gelek bajaran rêxistinên jinan wê ji bo betalkirina Peymana Stenbolê daxuyanî bidin çapameniyê. (12.00-18.30)   * Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di oja 17'emîn de wê li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike. Îro şandeya ji KCD, DBP, HDP'ê pêk tê jî wê biçe serdana nobeta malbatê. (12.00)   * Danişîna ewil a doza 46 Dayik û Mirovên Şemiyê wê li 21'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Edliyeya Çaglayana Stenbolê were lidarxistin. Beriya danişînê wê li ber Edliyê daxuyanî were dayîn. (13.00)   * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran û parlamenterên jin ên HDP'Ê wê têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixin. (14.30)