Li girtîgehê gore jî qedexe ne 2021-03-25 09:06:53   WAN - Aslihan Tîmûr ku kurê wê Botan Tîmûr di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F de ye, diyar kir ku gore ji kurê xwe re şandine, lê belê îdareya girtîgehê qebûl nekiriye û got: "Li girtîgehan tahde û zilm heye."   Aslihan Tîmûr ku kurê wê Botan Tîmûr 5 sal in girtiye û di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F de ye, gore ji kurê xwe re şandine, lê belê îdareya girtîgehê hinceta "qedexeyê" daye ber wan û gore nedane Botan Tîmûr. Dayik Tîmûr, bilêv kir ku di 17'ê Adarê de çûye grtîgehê û got: "Gore ji min xwestin. Piştî vê bav wî çû û min gore pê re şandin. Lê belê hevjînê min tevî goran hat malê. Îdareya girtîgehê gore qebûl nekirine."      'QANÛNA NÛ'    Tîmûr, diyar kir ku îdareya girtîgehê ji hevjînê wê re gotiye "bila kurê goreyan ji kantîna girtîgehê bikire" û got: "Ma ê kurê min çawa hemû lazmatiyên xwe ji kantînê bistîne? Quweta me nagihêjê. Çima em ê ji kantînê bistînin? Li wir cotek gore bi 20 TL'yî ye." Tîmûr, anî ziman ku berê jî bi tiştên werê re rû bi rû mane û got: "Girtiyê li cem kurê min kincên xwe wergirtine. Gardiyan gotiye, 'ev ji ber qanûna nû ye.' Nahêlin em goreyekê jî bidin wî. Jixwe tahde li girtiyan tê kirin û nahêlin tiştekî bikin."    ZILM   Tîmûr got: "Xwarinê hindikî didin wan. Çalakiyên wan ên sosyal tên astengkrin. Nahêlin werzîş û sohbetê bikin. Em vê zilm û tahdeyê qebûl nakin."   Tîmûr bang kir: "Li girtîgehan tahde û zilm heye. Di serî de dayik û bi giştî divê her kes bibe dengê girtiyan."