Bi gefan û darê zorê jina 80 salî birin ber avahiya HDP'ê 2021-03-25 09:07:27 SÊRT - Kurekî Halîme Başal a 80 salî di sala 1992'yan de tevli PKK'ê bûye û kurekî wê yê din jî keya ye. Gef li Başal xwarine, ger ku neçe ber avahiya HDP'ê ya Amedê dê keyatiya kurê wê bê betalkirin. Ji ber vê bi darê zorê Başal birine ber avahiya HDP'ê.    Malbatên ku îdia dikin ku HDP'ê zarokên wan birine çiyê, bi destê Wezareta Karên Navxweyî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hatibûn rûniştandin. Ji van malbatan hîn jî çend jê li ber avahiya partiyê ne. Çendî ku çapemeniya îqtidarê bibêje ji 3'yê Îlona 2019'an heya niha hejmara malbatan her diçe zêde dibe jî, lê belê hejmara li ber avahiyê 10-15 kes in.    Li gel vê komên taybet ên midûriyeta polîsan û cendirmeyan jî, li malbatên ku zarokên wan çûne çiyê digerin. Ev koma taybet, ji bo hejmara koma li ber avahiya partiyê zêde bike gefan li malbatan dixwin, malbatan şantaj dikin an jî soz didin wan ku dê wan deynin ser karekî.   KURÊ WÊ DI 1992'YAN DE TEVLI PKK'Ê BÛYE    Yek ji van malbatan jî li navçeya Misircê ya Sêrtê malbata Başal e. Halîme Başal a 80 salî ku li gundê Besewanê dimîne, kurê wê Zahîr Başal di sala 1992'yan de tevli PKK'ê bûye.    GEF LÊ XWARIN    Li gor agahiyên bi dest ketin, hin peywirdarên dewletê di serê meha Adarê de çûne cem malbatê. Ev kes, gef li Halîme Başal û kurê wê keyayê gund xwarine û ji wan xwestine ku biçin ber avahiya HDP'ê ya Amedê.    2 ROJ BI ŞÛN DE VEGERIYAN GUND    Piştî van gefan dayik Başal, tevî kurê xwe yê keya di 4'ê Adarê de çûye Amedê ber avahiya partiyê. Piştî du rojan gava malbat xwestiye vegere gund, vê carê pere teklîfî wan kirine, lê ji ber ku dê û law qebûl nekiriye, cardin gef hatine xwarin ku dê qeyûm tayinî şûna keya bikin. Lê belê dê û law guh li gefan û pereyan nekirine û vegeriyane gundê xwe.