Parêzerê Dozgîn Temo: Darizandinek adilane pêk nehat 2021-03-25 11:37:26   RIHA - Dadgeha Rihayê cezayê heta hetayê yê zindanê li Dozgîn Temo birîbû. Parêzerê Temo, Hidayet Enmek got: “Li welatek bi zimanê wan nizane cezayek giran lê hat birîn. Divê civak ji bo vê hestiyar be.”    Tirkiyê û hêzên xwe paramîlîter di bin navê Artêşa Millî ya Sûriyê de di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiribûn. Di dema êrişan de li gundê Mişrefa girêdayî Eyn Îsa Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) dîl hatibû girtin û wî anîbûn Rihayê. Ev nêzî du sal bû Temo dihat darizandin û du roj berê bi îdiaya “Xerakirina yekîtî û tevahiya welat û dewletê” cezayê girankirî yê heta hetayê yê zindanê lê hat birîn. Her wiha bi îdiaya “kes kuştiye” jî 10 sal û 10 meh cezayê zindanê lê hat birîn.   Temo dema tê binçavkirin bi wan dîmenên wê yê îşkence lê hatibû kirin û sosret di bîra mirovan de maye. Parêzerê Temo, Hidayet Enmek, birîna cezayê li miwekîla xwe nirxand.    GIRTINA WÊ LI DIJÎ YASAYÊ YE    Enmek anî ziman ku miwekîla wî Temo ji Reqayê ye û Temo ne ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatiye girtin. Enmek got di girtekên dosyeya doza Temo de agahiyên ku ew ji aliyê hêzên SMO ve hatiye girtin hene û got: “Ev endamên SMO’yê kî ne? Agahiyên nasnameya wan heye? Naxêr nîne. Binçavkirinek û girtinek li gorî dosyeyê nîne. Girtina wê li dijî yasayê ye. Darizandina miwekîla min ne birêkûpêk hat kirin. Divê li gorî xalên yasayê were zanîn ku kî binçavkirinê pêk tîne. Lê ev li dosyeyê nehatiye barkirin. Nayê zanîn. Lewma em dibêjin li dijî yasayê ye.”   ‘NE HIQÛQÎ YE’    Enmek destnîşan kir ku lêpirsîna wê veguherî îdianameyê wek “seqetiya hiqûqê ye” pênase kir û wiha got: “Bi awayek seqet li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê veguherî dozê. Di pêvajoya darizandinê de me hin daxwaz kirin lê bes daxwazên me bi cih nehatin. Miwekîla min Dozgîn Temo di beyanên xwe de wiah dibêje ‘Endamên SMO’yê min binçav kirin. Beriya werim binçavkirin di destê min de sîleh nebû. Li ser min cilên leşkerî nebûn. Pişt re wan cilan li min kirin. Bi darê zorê li min kirin. Piştî min dîl girtin jî du gule berî ranê minî rastê dan.”    ‘DIVÊ KESÊ WÊ BIRÎDNAR KIRINE WERIN DARIZANDIN’    Enmek anî ziman ku di dosyeyê de girtekek ku têkildarî şer qewimiye nîne û wiha got: “Dema em li vê yekê dinêrin jî eşkere dibe ku miwekîla min ji aliyê SMO’yê ve bi awayek dijhiqûqî û neheq hatiye binçavkirin û pişt re wê birîndar dikin. A rast divê kesên miwekîla min birîndar kirine werin darizandin, lê miwekîla min tê darizandin. Di dosyeyê de ne şahidek heye ne jî xwedîgiravî sîleh dema binçavkirinê destserkir kirine heye. Her wiha li ser destê miwekîla min rastî şopa sîlehê an barûtê nehatiye. Agahiyek ku arasteyî Qanûna Cezayê Tirk a 302’yan bike jî nîne.”    WÊ DOZÊ BIBE DMME’YÊ    Enmek destnîşan kir ku ji ber ku Qanûna Cezayê Dadgehê û Qanûna Cezayê Tirk darizandinek guncaw nehatiye kirin û heke ew ji yasa û hiqûqa li Tirkiyê encamek negire wê doza miwekîla xwe Temo bibe Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).    ‘BI SEDAN KESÊN MÎNA TEMO DI ZINDANAN DE NE’    Enmek destnîşan kir ku kesên di rewşa miwekîla wî de gelek kes li girtîgehên Tirkiyê hene û wiha got: “Piştî destwerdana 9’ê Cotmehê bi sedan kesên anîne Tirkiyê di girtîgehan de ne. Em bi biryar in ku bi her awayê hiqûqê vê li ser vê dosyeyê rawestin. Em her kêliya pêvajoya hiqûqî bişopînin. Ne diyar e ku ji aliyê kî ve hatiye binçavkirin û bi zimanê vî welatî nizane jî lê dîsa jî bi darizandinek mezin re rûbirû ma û cezayek giran lê hat birîn. Divê civak li hember cezayên wiha û darizandinên wiha hestiyar tevbigere.  Ev însan qet bi tirkî nizanin. Tu çalakiyek wê li dijî welatê lê hatiye darizandin nîne û li gel vê jî tên girtin û cezakirin. Nahêlin malbatên wan werin wan bibînin û ev jî ne mirovî ye û divê dawî li vê rewşê were.”    MA / Emrûllah Acar