Lêpirsîn li 200 girtiyên ‘kantîn şermezar kiribûn’ vekirin 2021-03-25 12:24:55   ÊLIH - Rêveberiya Girtîgeha Jimara 5 a Sîlîvriyê, bi hinceta şermezarkirina xebatên kantînê, li 200 girtiyan lêpirsîn vekir.    Her roja diçe tecrîd û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan zêdetir dibe. Bi çalakiya greva birçîbûnê ya di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kir re, zextên li ser girtiyan zêde bûn. Hevjîna Mehmet Salih Erol ê li Girtîgeha Jimara 5 a Sîlîvriyê dimîne Narîn Erol, derbarê binpêkirinên mafan ên di girtîgehê rû didin de axivî.     PROVAKASYON    Hejînê M. Salih Erol Narîn Erol, diyar kir ku hevjînê wê di hevdîtina telefonê ya heftane de, pirsgirêkên di girtîgehê de dijîn ji wê re wegotin û wiha got: “Hevjînê min ji min re got, ji roja dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, rêveberiya girtîgehê li du provokasyonekê ye, name û amûrên wan nadin wan.” Hevjîna Erol, anî ziman ku amûrên paqijiyê nadin girtiyan û wiha bilêv kir: “Ava xirêj didin girtiyen. Daxwazên girtiyan ên malzemeyên paqijiyê nayin qebûl kirin. Gardiyan bi copan dikevin qawîşan. Pirtûk, kovar û rojnameyan nadin girtin. Ligel vê yekê lêgerînên di qawîşan de zêde kirin.”   LÊPIRSIN Û CEZAYÊ HUCREYÊ    Erol, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê, ji ber şermezarkirina xebatên kantînê lêpirsîn li 200 girtiyan vekiriye û wiha pê de çû: “Biryara ji derve kinc û gore şandinê hatiye rakirin. Girtî mecbûr kirine ku ji kantînê bikirin. Lê bi bihayek pir giran difiroşin girtiyan. Girtiyan jî ev yek şermezar kirin. Li şûna ku vî mafê girtiyan bi cih binin, lêpirsin li wan vekirin. Ger ev lêpirsîna disîplînê li dijî girtiyan bi encam bibe, wê 11 roj cezayê hucreyê li girtiyan bê birîn. Bi vê dixwazin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan têk bibin.”   ‘XWARINÊ LI ERDÊ DIXWIN’   Erol, dest nîşan kir ku zindanê di nava zindanê de bi girtiyan didin jiyîn û wiha bilêv kir: “Bi hinceta pandemiyê, destûrê nadin ku malbat zarokên xwe bibînin. Girtî ji gelek mafên xwe yên civakî bêpar hatine hiştin. Di heman demê de, dermanan nadin girtiyên bi vîrûsê dikevin. Wan tenê dixin karantînayê û karantinaya hin girtiyan 2 mehan dirêj dikin. Şert û mercên girtîgehê pir giran kirine. Ligel vê yekê jî tê gotin ku rêveberiya girtîgehê amadekariya êrişekê dike. Ji bo pêşîlêgirtina vê yekê, girtiyan bang kirin. Ji ber ku piyê maseya girtiyan li ser xwarin dixwarin şikestiye, li erdê xwarinê dixwazin.”    SERÎ LI ÎHD’Ê DA   Erol, diyar kir ku wê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê da ye û ev bang kir: “Divê raya giştî bikeve nava liv û tevgerê.”   MA / Fethî Balaman