Polîsan mudaxaleyî malbata Şenyaşar kirin 2021-03-25 13:31:33 RIHA - Polîsan mûdaxaleyî malbata Şenyaşar a bi daxwaza “Edaletê” li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê dikir, kirin û dest danîs ser dowîzên malbatê.    Emîne Şenyaşar ji bo hevjîn û du kurên xwe yên ji aliyê xizmên wekîlê AKP'î hatin qetilkirin, bi daxwaza "edaletê" tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê 17 roj in çalakiya rûniştinê didomîne. Malbat îro jî hat ber avahiya edliyê û dest bi çalakiya xwe ya rûniştinê kir. Lê polîsan êriş birin ser malbatê û dest danîn ser wêne, pankart û dowîzên ku malbatê hilda bûn.    Ferît Şenyaşar ku demeke dirêj li dijî polîsan li ber xwe da got, "17 roj in em li vir in. Heta niha we çi ji me re got, me kir. Dema ku me dest pê kir em li hundir bûn, we em derxistin derve. Ji niha û pê ve hûn me bikujin jî emê gavekê paş ve neavêjim."    Di heman demê de, polîsan pêşiya rojnamevanan jî girtin, bûn asteng ku dîmenan bikşînin û rojnamevan di GBT’ê re derbas kirin. Polîsên ku dest danîn ser dovîzan, malbata Şenyaşar dorpêç kirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di nava dorpêça polîsan de nobeta xwe ya "edaletê" dewam dikin.