Zanyar ê oldar: Divê musilman li dijî pêkanînên dijmirovî derkevin 2021-03-25 13:43:01 ENQERE - Rêxistina HDP’ê di çarçoveya “Heq, Edalet û Wîcdan" de bi gelek oldaran re civîya. Di civînê de alimê oldar Ubeydullah Zanyar, diyar kir ku divê kesên musilman bi rastiya xwe re bên rûqalî hev û got: "Divê musilman li dijî pekanînên dijmirovî yên welatên xwe derevin û dengê xwe bilind bikin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" de li odelek Enqereyê bi gelek kesên oldar re civîya. HDP'ê di civîna "Heq, Edalet û Wîcdan" de nerîn û fikrên siyasetmedaran  girt û xwest her kes ji bo edalet, heq û wîcdan tiştekî bike. Di civînê de alimê oldar filolog-etimolog Ubeydullah Zanyar, xwest ev hevdîtin ji bo parastina mafan bibe xizmetek mezin û wiha got: "Mirov nikare dîroka îslamê ji dîroka mirovahiyê û têkoşîna zilm û lêgerîna mafan cuda bigire dest. Bi taybeti welatên ku musilman pir lê zêde ne, xer, xizanî, bê edaletî zêde ye. Tundî û işkenceya li dijî jin û zarokan zêde ye."   Zanyar, sekna musilmanan a li dijî hovîtiyê rexne kir û wiha got: "Kesên musilman li dijî hovîtiya ku li welatê wan pêş dikeve tenê welatên derve rexne neke. Divê tenê wan sûcdar neke. Divê kesên musilaman bi rastî û paşyeroja xwe re bê rûqalî hev. Divê li dijî dijmirovahiya li welatê wan pêş dikeve dengê xwe bilind bikin û têbikoşin. Îslam tê wateya ewlehiyê. Îslamiyetê gelek caran serî hildaye. Lê mixabin welatên li gorî pivanê xwe bi rêve dibin, li gorî rêgezên îslamê tev nagerin. Axa Mezopotamya û Rojhilata navîn ji aliyê nasname, çand û ziman ve rengîn e. Divê mirovên vir bi ziman, bawerî, reng û nasnameya xwe azad bijîn. îslam tecawizî mafan nake. îslam zanist û aqil e. Aramî ye."    Zanyar, da zanîn ku li ser ruyê erdê 3 cureyên Îsamê hene û wiha axivî: "Îslama xwedê wesîla wesîla wê Quran e. Lê îslama dewlet û tarîkatê ava kiriye jî heye. Îslama xwedê li ser pîvan û rêgezê mirovahiyê hatiye avakirin. Ev rêgez wîcdan, edalet û maf e.    Îslama ku dewlete ava kiriye jî bingeh û esasê wê ji aliyê Emeviyan ve hatiye avakirin. Ev Îslam adeta Ereban e. Li ser saltanatê/desthilatdariyê hatiye avakirin. Îslama îro jî berdewama wê ye. Ne îslama xwedê ye.    Îslama Sêyemîn jî li ser esasê Hinduizmê hatiye avakirni. Îslama tarikatê ye. Divê em gelê xwe li dijî vê yekê hişyar bikin. Divê teqez em bi ser bikevin."    Civîn ji çapemeniyê re girtî didome.