Wê tazmînatê bidin rêveberên HDP’ê 2021-03-25 14:28:43   STENBOL - AYM’ê serlêdana têkildarî serdegirtina polîsan a avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ya sala 2016’an, biryar da ku ji 8 HDP’iyan re 40 hezar lîre tezmînata manewî bê dayîn.   Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê serlêdanên takekesî yên têkildarî girtin û binçavkirina endam û rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê ya di sala 2016’an de, biryar da. Biryara AYM’ê ya têkildarî serlêdanên takekesî ya Hevserokên Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel, endamên Lijneya Rêveberiya Bajêr Alî Îpeklî, Ayşe Karadag, Feremez Erkan, Mehmet Tayyîp Arslan, Mûhîttîn Arslanboga, Ramazan Çetînçakmak, Suleyman Başer, Suleyman Ozcan û Kasim Oba ya di 22’ê Çileyê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.   Li gorî biryarê, dadgehê 8 serlêdan mafdar dît û ji ber binpêkirina mafê ewlehiyê û girtin nehiqûqiye jî ji Mehmet Tayyîp Arslan, Mûhîttîn Arslanboga, Ramazan Çetînçakmak, Suleyman Başer, Suleyman Ozcan, Feremez Erkan, Ayşe Karadag û Aysel Guzel re 40 hezar lire tezmînata manewî dê bê dayîn. AYM’ê biryar da ku, îdeayên din ên kesên serlêdan kirine “nehatiye qebûlkirin” û girtina Kasim Oba, Alî Îpeklî û Dogan Erbaş hiqûqî ye, “mafê ewlehiyê û azadiya kes nehatiye binpêkirin.”