Serokê dadgehê: Vala neaxive, em fam nakin 2021-03-25 14:29:30   AMED - Danişîna doza siyasetmedar û damezirînera Komeleya Jinan a Roza Ayla Akat Ata li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Dema Ata bi Kurdî parastin kir Serokê dadgehê Ramazan Dundar got "Vala neaxive, em fam nakin." Di pêvajoya ku serokê dadgehê ji bo Kurdî gotibû  'Zimanê nayê zanîn" û derbasî girtekan kiribû, vê carê Serokê heyeta dadgehê got “Ez jî dixwazim Kurmancî, Zazakî, Almanî Îngîlîzî û Firansî fêr bibim."    Danişîna doza Siyasetmedar, Seroka KJA û Endama Damezirînera Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Ata di 2’yê Cotmeha 2020’an de di çarçoveya lêpirsîna Kobanê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi rêvedibir de hatibû girtin. Ata ku ji dozek din li Girtîgeha Jinan a Sîlîvrî girtî ye bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Ata, parastina xwe bi zaravayê Kirmanckî kir. Lê ji ber tercuman tune bû, Serokê Dadgehê Ramazan Dunrdar ket navberê û got: "Vala neaxivin. Em fam nakin. Dema parêzer Elif Tirenç, ji bo tercûman bibîne ket lêgerînê, Ata, axaftina xwe bi dimilî/kurmanckî berdewam kir. Serokê dadgehê peyva Ata qut kir û got: “Çima yên tên girtin dibin heyranê Kurdî." Ata jî got "Beriya ez bêm girtin jî min bi Kurdî parastin dikir."    Ata, tiştê bi zaravayê dimilkî got wergerî Tirkî kir û wiha parastin kir: "Mafê jiyana zimanê zikmakî nayê naskirin. Ez dixwazim bi zimanê zikmakî Zazakî/kurmanckî parastinê bikim. Lê nikarim bikim." Serokê heyetê Dundar jî got "Eger hûn fêr nebûbin hûn çima me tawanbar dikin?" Ata, jî bersîv da û got: "Ez dadgeha we sucdar nakim. Mafê jiyana zimanê zikmakî nayê naskirin. Ji ber vê yekê jî em nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin. Ji ber ne zimanê perwerdehiyê ye bi qasî ez ji dayika xwe fêr bûme, dikarim xwe îfade bikim." Li ser vê yekê Serokê heyetê Dundar got “Min fam kir. Ez jî dixwazim fêrî Kurmancî, Zazakî, Almanî, Îngilizî û Fransî bibim."    Ata, heta tercuman hat ditin parastin kir û got: "Di 7 çalakî û daxuyaniyan de ez bi şahide nepen têm tawanbarkirin. Daxuyaniyên navê wan tên gotin ez beşdar bûm. Daxuyanî mafekî zagonî û hiqûqî ye. Mafê rêxistinkirin û azadiya ramanê ye. Min ev mafê xwe yê zagonî parastiye. Ez wekî Seroka Kongreya Jinên Azad (KJA) beşdarî van daxuyankiyan bûm."    Serokê Dadgehê Dundar dîsa peyve Ata qut kir û got: “Ji bo me tevlêbûna we ya van daxuyaniyan ne girîng e. Hûn bi tevlêbûna van çalakiyan nayên tawanbarkirin. Hûn ji ber rêxistinê ferman daye û hûn tevlê bûne tên tawanbarkirin."  Ata, dîsa dewam kir û got: "Ez bi ferman û daxwaza tu rêxistinan tev li vê çalakiyê nebûme. Ez dixwazim li ser îfadeya şahidên nepen jî parastinê bikim." Lê Dundar dîsa ket nav û got: "Hêj li îfadeyên şahidên nepen nehatine guhdarkirin. Kengî îfadeyê wan hat guhdarkirin hûnê li ser vê yekê parastin bikin.    Parêzer Elîf Tirenç jî parastin kir û got: "Materyalên ku berê hatibûn desteserkirin û paşve dabûn Ata, di serdegirtina Komeleya Jinan a Rosa de dîsa desteser kirin û dîsa wekî delîlên sûc pênase kirin. Divê ev delîl ji dosyayê bên derxistin.    Parêzer Tirenç xwest vê dosyayê û dosya Kobanê ya li 22’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hatiye vekirin bikin yek. Di danişînê dayika Ata jî li salonê amade bû. Ata bi rêya SEGBÎS'ê bi timilî bi dayika xwe re axivî. Dundar jî ev yek li biryarê nivîsî.    Heyetê biryar da ku li benda bersîva heyeta 22’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ku dosyayê bikin yek raweste. Heyetê dîsa xwest nivîs ji Midûriyeta Polîsan a Amedê re bê şandin  û di rûniştina pê de şahidên nepen li salonê amade bibin. Heyetê danişîna dozê taloqî demên pêş kir.