Dadgehê li Êlihê ji 12 kesan 4 kes girtin 2021-03-25 15:02:15   ÊLIH - Polîsan li Êlihê 12 kes binçavkiribûn û sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê ji 12 kesên hatibûn binçavkirin jê 4 kes girtin û 8 kes serbest berdan.    Polîsan di 19 û 20'ê Adarê de li Êlihê bi ser gelek malan de girtibûn û di serdegirtina malan de 12 kes binçav kiribûn. Polîsan 12 kes piştî lêpirsînê sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeyên wan guhdar kir, 8 kes serbest berdan û der barê 4 kesan de biryara girtinê da. Polîsan kesên bi navê Mervan Tan, Omer Ekinci, Mervan Şanli, Mehmet Hîlmî Beyazkoy, Ridvan Îmir, Mehmet Faruk Ekin, Mehmet Oztekin, Suat Keskin, piştî lêpirsînê sewqi edliyeya Êlihê kirin. Dozgeriyê 8 kes sewqî 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê kirin. Heyeta dadgehê Ridvan Îmir, Mehmet Faruk Ekin, Mehmet Oztekin, Suat Keskin girtin û şandin girtîgehê. Heyetê Mervan Tan, Omer Ekinci, Mervan Şanli, Mehmet Hilmi Beyazkoy jî serbest berdan   4 kesên di 20'ê Adarê de hatibûn binçavkirin jî serbest hatin berdan. Polîsan di 20'ê Adarê de kesên bi navê Harun, Abdulsamed, Ayfer û Yasemin Oguz binçav kiri bûn. Polîsan 4 kes sewqî dozgeriyê kirin û dozgeriyê piştî îfadeyên wan dan serbest berdan.