ROJEVA 26'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-26 09:00:00 * Xwişkên Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê dimîne, diyar kirin ku piştî birayê wan derneket hevdîtina telefonê, fikarên wan zêdetir bûn û gotin: “Ji bo ku em rewşa birayê xwe bizanin divê tecrîd rabe, bi lez em biçin Îmraliyê û hevdîtina rûbirû bikin.” * Denîz Taşkar ku xwest xwişka wê girtiya nexweş Semîran Erbag bê berdan, anî ziman ku bijîşk ji xwişka wê re gotiye "qelbê te wekî bombeyeke bisaet e."    *  Parlementerê HDP'ê yê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali, qirkirina darên li herêma Bedlîsê ji Wezareta Daristanê pirsîbû. Wezaretê got: "Em daristanê teze dikin."   * Di nexşeya xetereyê de ewilî rengê Antalyayê torincî bû, lê belê ji nişka ve sor bû. Seroka Odeya Bijîşkan a Antalyayê Prof. Dr. Nûrsel Şahîn, hejmara zêdebûna pêketiyan nirxand.    * Sûat Kayayê ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê cara dudoyan ew danîbû ser Şîrketa BELVAN'ê, derket holê ku ji ber ku milyon û 178 hezar TL pere çirpandiye, ji kar hatiye derxistin.    * Cîgira Hevseroka Giştî ya ESP'ê Beycan Taşkiran, anî ziman ku dewlet ji têkoşîna jinan ditirse û got: "Di navbera tevgera azadiyê ya jinê de û dewleta mêr de şer û pevçûneke mezin heye. Kesên ku ji ber vî şerî peymanê ji holê rakirin, dixwazin profîleke 'jina maqûl' çêbikin."    * Nûnerên partiyên siyasî bal kişandin ser îdianameya derbarê girtina HDP'ê de û gotin: "Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e."   * Hamdûllah Çelîk ê ji Girtîgeha Tarûsê hat berdan bal kişand ser binpêkirinên mafan ên girtî pê re rûbirû mane û got: “Pêdiviya girtiyên ji Efrînê bi parêzeran heye.”    * Danişîna biryara doza kujerê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbê bê dîtin. (10.00)   * Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, dê têkildarî geşedanên hefteyê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan dê biçe serdana sazî û rêxistinên elewiyan ên li Stenbolê. (12.00-15.00)   * Nûner û rêveberên KESK'ê ku ji bo mafê xebatê biparêzin, ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kiribûn, dê li pêş Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Platformên Şaxan ên KESK'ê dê têkildarî binpêkirina mafan li Wan, Antalya, Riha û gelek navendên din daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Komeleya MATUHAY-DER'ê dê têkildarî îşkence û binpêkirina mafan ên li Girtîgehên Sîlivrî û Edirneyê li pêş avahiya xwe ya Aksaraya Stenbolê daxuyankiyê bide çapemeniyê. (14.00)    * Platforma Jinan a Antalyayê, dê "Nobeta Jiyanê" ku têkildarî betalkirina îmzeya Peymana Stenbolê li Qada Attalosê dane destpêkirin bidomîne. (18.00)   * Rêxistinên Jinan dê têkildarî Peymana Stenbolê li Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.30)