Bijîşk: Dilê te wekî bombeyeke bisaet e 2021-03-26 09:01:35 WAN - Denîz Taşkar ku xwest xwişka wê girtiya nexweş Semîran Erbag bê berdan, anî ziman ku bijîşk ji xwişka wê re gotiye "Dilê te wekî bombeyeke bisaet e."  Li girtîgehan her diçe rewşa girtiyên nexweş xirabtir dibe. Yek ji van girtiyan jî Semîran Erbag a 30 salî ye. Erbag, 3 sal in girtiye û nexweşîna mîdeyê, tansiyona zêde û qelb pê re heye. Sal û nîvek berê ji ber van nexweşînan ji Girtîgeha Wanê ya Tîpa T'yê sewqî Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê hatiye kirin. Malbata wî xwest bê berdan.    'HINGÎ ZIHÎF BÛYE KEÇA XWE NAS NAKIM'    Dayik Guler Erbag ku nexweşîna tansiyonê pê re heye û berê ji ber vê felcî bûye, xwest keça wê û hemû girtiyên nexweş bên berdan û got: "Keça min nexweş e û nayê berdan. Hingî zihîf bûye, min ew nas nekir. Wê her roj dibin nexweşxaneyê. Ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin bang li hikûmet dikim; Girtiyên nexweş berdin."    'QELBÊ TE WEKÎ BOMBEYEKE BISAET E'    Xwişk Denîz Taşkar jî ku hefteya borî çûye girtîgehê û xwişka xwe dîtiye, diyar kir ku xwişka wê gotiye, "Bijîşk ji min re got, qelbê te wekî bombeyeke bisaet e." Taşkar, diyar kir ku her diçe tenduristiya xwişka wê xirabtir dibe û got: "Çendî endoskopî kirine jî cardin mideya wê diêşe. Çi bixwe, vedirişe. Demarên qelbê wê teng bûne. Ji ber ku tansiyona wê pir zêde ye, heftê 3-4 caran wê dibin nexweşxaneyê. Tansiyona wê kêm nabe. Em dixwazin girtiyên nexweş hemû bên berdan."