'Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e' 2021-03-26 09:01:43 WAN - Nûnerên partiyên siyasî bal kişandin ser îdianameya derbarê girtina HDP'ê de û gotin: "Ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e." Bertek û nerazîbûnên li dijî îdianameya derbarê girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de didomin. Nûnerên partiyên siyasî yên li Wanê derbarê doza navbirî de destnîşan kirin ku ya hatiye kirin ji bo siyaseta welêt cihê şermê ye.    PÎA: GAVA BÊALTERNATÎFHIŞTINÊ   Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, destnîşan kir ku siyaseta welêt di nav krîzekê de ye û doza navbirî jî ne dozeke hiqûqî ye. Kamaç ku got "Ev doz, doza dîskalîfiyekirina HDP'ê ye ku îqtidarê nikaribûye wê di hilbijartinê de têk bişikîne û teslîm bigire" destnîşan kir ku li welatên demokratîk girtina partiyan tune ye. Kamaç got: "Bergeha vê gavê dorfireh e. Eynî wekî partiyên Kurdistanê ku nahêlin bên vekirin. Yek ji vana jî PÎA ye. Partiyên ku navê Kurdistanê di wan de heye, tê xwestin bên girtin. Mînaka dawî jî HDP ye. Armanca van dozan ew e ku siyaseta kurd bê alternatîf bihêlin û bêçare bikin."    Kamaç, bal kişand ser navên di îdianameyê de jî ku tê xwestin qedexeya siyasetê deynin ber wan. Kamaç, diyar kir ku di îdianameyê de navê siyasetmedarên jiyana xwe ji dest dane yên wekî Dengîr Mîr Mehmet Firat û Îbrahîm Ayhan jî heye. Kamaç, anî ziman ku di nav vê lîsteyê de ji PÎA'yê Menîce Gulmez û Ahmet Kaya jî hene ku her du jî ne endamên HDP'ê ne û got: "A rast ev jî nîşan dide ku bê meseleyeke çi qasî siyasî ye."    GELECEK: Ê 6 MILYON LI MALÊ RÛNENÊ    Serokê Partiya Gelecekê yê Wanê Abdulhekîm Karabiyik jî diyar kir ku ewilî AKP'ê girtina HDP'ê xistiye rojevê û israra wê ya di vî warî de jî ji ber MHP'ê ye û got: "Ê ku di warê girtina partiyan de herî zêde êş kişandiye AKP û Erdogan e. Berê gava di Partiya Saadetê de bû partiya wî hat girtin. Paşê di dema Partiya Refahê de jî partiya wî hat girtin. Herî zêde Serokomar Erdogan dizane ku girtina partiyan ê bibe sedema texrîbateke çawa û pirsgirêkeke civakî ya çawa. Lewma em li dijî girtina partiyan e. Heger HDP bê girtin, ê 6 milyon mirov li malê rûnenên. Ê navê partiyê biguhere û dê ew mirov bi navekî din vîna xwe bidin der. Girtina partiyan ne çare ye."    CHP: EM HEMÛ BERPIRSIYAR IN    Serokê CHP'ê yê Wanê Mehmet Kûrûkçû jî got: "Roj ne roja cihêkarî û şer e. Roj roja ji nû ve avakirina serbixwebûna aboriya welêt e. Dibe ku fikrên me yên siyasî û baweriyên me cuda bin, lê di warê serbixwebûna welêt de berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî. Lewma girtina partiyeke ku 6 milyon kesî dengê xwe dayê ne rast e."    SAADET: CIHÊ ŞERMÊ YE    Serokê Partiya Saadetê yê Wanê Ozay Îlhan jî partiyên ku berê hatine girtin bibîr xistin û diyar kir ku AKP, pişt girtina partiyan hatiye avakirin û got: "Wê rojê gotin 'em ê li welat girtina partiyan û cihêkariyê ji holê rakin.' Bi vî awayî bûn îqtdar. Li herêma me jî rayeke baş girtin. Lê di salên dawî de welêt xistine nav rewşeke wisa ku çavê wan lê ye bi tunekirina hemû muxalifan îqtidara xwe bidomînin."    Îlhan, destnîşan kir ku girtina HDP'ê dê nebe çare û bê girtin jî dê li şûna wê yeke din bê avakirin. Îlhan got: "Heger partiyek bê girtin, divê gel li ser sindoqê wê bigire. Berê di qada siyasetê de Partiya Anavatanê hebû, lê niha tune ye. Yanî ê ku partiyan vedike gel e û yê ku bigire jî gel e. Di sedsala 21'emîn de hîn jî girtina partiyan tê nîqaşkirin. Ev ji bo Tirkiyeyê cihê şermê ye."    MA / Ozlem Yayan - Bariş Donmez