Xwişkên Aktaş ê li Îmraliyê: Divê em bi lez biçin Îmraliyê 2021-03-26 09:15:07 AMED - Xwişkên Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê dimîne, diyar kirin ku piştî birayê wan derneket hevdîtina telefonê, fikarên wan zêdetir bûn û gotin: “Ji bo ku em rewşa birayê xwe bizanin divê tecrîd rabe, bi lez em biçin Îmraliyê û hevdîtina rûbirû bikin.” Veysî Aktaş ê 26 sal in girtî ye, di 15’ê adara 2015’an de bi Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar re wekî “sekreterya” sewqî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê hatibûn kirin. Aktaş, ji roja ku sewqî girtîgehê hat kirin ve, tenê 3 caran bi malbata xwe re hevdîtina vekirî pêk anî û carekê jî, bi telefonê bi malbata xwe re axiviye. Hevdîtina vekirî ya herî dawî bi Aktaş re di 3’yê adara 2020’an de ji ber şewata li Girava Îmraliyê çêbûbû, pêk hatibû. Axaftina bi telefonê jî di 27’ê Nîsana 2020’an de pêk hatibû. Ji 3'yê adara 2020'an ve malbatan ji bo hevdîtinê gelek caran serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane û hemû serlêdanên wan hatine redkirin.   Herî dawî li ser medya civakî di 14’ê adarê de derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hin îdia hatibûn belavkirin. Li ser vê yekê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatan bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê duh ragihand ku bi Ocalan re hevdîtin pêk hatiye. Buroyê, eşkere kir ku Mehmet Ocalan çûye Edliyeya Rihayê û bi rêya telefonê bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye. Buroyê derbarê hevdîtinê de ev agahî dan: “Birêz Ocalan gava bi birayê xwe re axivî, di demeke kurt de telefon qut bû û piştî vê hevdîtin dewam nekir. Hevdîtina bi Birêz Hamîlî Yildirim re jî kurt dewam kir. Birêz Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî şert û mercên tecrîdê şermezar kirin û ji ber vê hevdîtina bi telefonê qebûl nekirin.”   'ME XWEST MERAQA DILÊ ME DERKEVE'    Xwişkên Veysî Aktaş Sabîha Aslan (45) û Melîha Çetîn (47) derbarê tecrîda li Îmraliyê û hevdîtina telefonê ya duh de, axivîn. Sabîha Aslan, diyar kir ku di roja 24’ê adarê de saet 17.30’an de parêzer telefon lê kiriye ku hevdîtina telefonê çêbibe û wiha axivî: “Parêzer Mazlûm Dînç ji me re got dibe ku hevdîtina telefonê çêbibe. Hem kêfa min, hat hem jî hinek xemgîn bûm. Ji ber ku telefon têrê nake. Dîsa jî me got dengê wan bibihîzin dê hinek dilê me rehet bibe. Ev fikar û mereqa di dilê me de derkeve. Dûre gotin wê niha ji Îmraliyê telefonê we bikin. Pêr saet derdora 18.00’an bû telefonî min kirin. Gotin ‘Em ji Îmraliyê digerin, sibê saet 15.00’an de hûn ê biçin dozgeriyê, li wê derê bi Weysî re hevdîtinê bikin.’ Kêfa min pir hat.”   ‘BÊTIR KETIM NAVA FIKARAN’   Aslan, da zanîn ku ji bo hevdîtina telefonê ew bi xwişka xwe Melîha û Parêzer Newroz Ûysal çûn edliyeyê û wiha dewam kir: "Ez tenê qebûl kirim. Gotin ji Enqerê ferman wisa hatiye. Min got, 'xwişka min ji riya dûr hatiye, ew jî mereq dike.' Gotin navê te tenê hatiye, tu tenê dê hevdîtinê bikî. Pişt re em derbasî odeya hevdîtinê bûn. Ser min lêgerîn kirin. Em li benda telefonê sekinîn. Pişt re kesê berpirsiyar derket derve û hat. Got agahî ji me re hatiye ku Weysî dernakeve hevdîtina telefonê. Ez pir tirsiyam min got teqez tiştek bûye. Gotin ‘na agahî ji Enqerê hatiye Weysî hevdîtin redkiriye û dernakeve hevdîtinê. Em ê girtekê bigirin.’ Me girtek îmze kir. Ez hinek hêrs bûm. Bêtir ketim nava fikaran. Mereqa min bû çar qat.”   ‘NIKARIM HÊRSA XWE BÎNIM ZIMAN’   Aslan, bal kişand ser tenduristiya birayê xwe wan û wiha rêz kir: “Bi pêknehatina hevdîtina telefonê fikarên me zêdetir bûn. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Êdî em hevdîtina telefonê jî naxwazin. Telefonê bike jî, bila li mala xwe bike. Gelo çima em diçin dozgeriyê? Piştî ku ez herim dozgeriyê ez wê telefonê jî qebûl nekim. Ez dixwazim herim birayê xwe rûbirû bibînim. Ez dixwazim bi Serokatî re rûbirû hevdîtin çêbibe. Rewşa tenduristiya wan ji me û gelê kurd re gelek girîng e. Ji xwe fikarên me yên îro zêdetir bûn. Hêrs û xemgîniya xwe nikarim bînim ziman.”    JI RAYEDARAN RE BANG   Aslan, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê dan destpêkirin û wiha lê zêde kir: “Tecrîd li ser hemû girtiyan heye. Divê saziyên sivîl ên civakî peywîra xwe bînin cih û tiştekî bikin. Her deqîqe û kêliyên Îmraliyê tecrîd e. Girtî jî Serokê xwe bi tenê nahêlin û tecrîda li ser qebûl nakin. Çi dikeve ser milê kê divê bicih bîne.”    Aslan, herî dawî bang li rayêdarên dewletê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em hevdîtina telefonê qebûl nakin. Em hevdîtina rûbirû dixwazin. Bila hevdîtin di çarçoveya hiqûqê de çêbibe. Em nizanin ev girtî di çi halî de ne. Gelo nexweşin, tî ne birçî ne? Piştî vê hevdîtina çênebûyî em dixwazin rojek berî rojekê demildest hevdîtineke rûbirû pêk were. Belkû birayê min tiştek wisa negotibe. Ew ji xwe re wisa dibêjin. Ev ne tiştekî biçûk e.”   ‘DI CÎHANÊ DE TECRÎDEKE WIHA XERAB NÎNE’   Xwişka Aktaş a herî dawî di 3’yê adara de 2020’an pê re hevdîtin kir Melîha Çetîn jî, diyar kir ku ji bo hevdîtina telefonê ji navçeya Wêranşara Rihayê hatiye Amedê û wiha got: “Xwişka min ji min re got agahî dane me ku em ê bi telefonê biaxivin. Ji vê derê em bi hev re çûn edliyeyê. Piştî ku hevdîtina telefonê pêk nehat. Em hemû tirsiyan. Em nizanin çi bûye. Ji ber wê yekê dixwazin demildest rûbirû hevdîtinêk pêk were. Ev mafê me ye. Li tevahiya cîhanê tecrîdeke wiha xerab tuneye. Em dixwazin tecrîd bê rakirin û weke herkesî biçin cem girtiyên xwe. Em dixwazin Serokê xwe jî bibînin. Gelo çima Serokê herkesê serbest e yê me bindest e.”   ‘EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN’   Çetîn, hevdîtina di 3’ê adara de 2020’an bi bîr xist û wiha axivî: “Îmrali ne cihekî wisa ye ku mirov lê bisekinin. Cihê wan pir nexweş bû. Di bin tecrîdeke mezin de ne. Ez nizanim ji bo cihê wan çi gotinê bêjim. Ez çûm jî bi xweşikî em cem hev rûneniştin. Hevdîtin zû qedand. Min Serokatî û girtiyên din jî nedîtin. Min tenê birayê xwe dît.” Çetîn, xwest ku  tecrîda li Îmraliyê demildest bi dawî bibe û wiha berdewam kir: “Ev zilm li ser kesekî tune ye. Em dixwazin ji bin vê zilmê derkevin. Kes ji bo vê zilmê dengê xwe nake. Ne Ewropa, ne Amerîka û jî ne CPT’ê. Em êdî ji kesî bawer nakin. Çi dikin bila bikin em ê li pey Serokê xwe û li pey girtiyê xwe bin. Em vê zilmê qebûl nakin.”    ‘DIVÊ EM DEST BIDIN HEVDU’   Çetîn, axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Divê gelê me dest bide hevdû û rabe ser xwe. Em dest nedin hevdû kes nade me. Em dixwazin vê tecrîdê bişikînin. Girtiyên xwe ji girtîgehan derxînin. Êdî bes e ma heta kengî, em ê bindest bin.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Cengîz Ozbasar