Rojnameger Ruhî Karadag hat berdan 2021-03-26 13:22:05   STENBOL - Rojnameger û niviskar Ruhi Karadag ku ji bo dîtina dayika xwe hat Tirkiyeyê û li Balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê hatibû binçavkirin, hat berdan.    Rojnameger Ruhî Karadag, ji bo ziyareta dayika xwe ya nexweş duh ji Londra hat Tirkiyeyê. Karadag li balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê hat binçavkirin. Karadag, bi hinceta der bare pirtûka wî ya bi navê "Yarali Yonca" de lepirsîn hatiye vekirin hat binçavkirin û piştî îfade da sewqî dozgeriyê kir. Dozgeriyê jî bi şertê qedexeya dervê welat Karadag serbest berda.