Malbata Şenyaşar daxwaza xwe ya edaletê li Golamasiyan qîr kir 2021-03-26 13:35:35 RIHA - Malbata Şenyaşar, daxwaza xwe ya “Edaletê” ku 18 rojin dewam dike, vê carê li Golamasiyan a Hz. Îbrahîm lê hatibû, şewitandin qîriya.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, parêzer û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, berî hilbijartina giştî ya di 24’ê Hezîrana 2018’an de pêk hat, êrişî malbata Şenyeşar kiribûn, Heci Esvet û du kurên wî Celal û Adil Şenyaşar bi lincê kuştibûn. Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û du kurên wê li ber çavên wê hatin kuştin, bi kurê sxwe Ferît Şenyaşar re li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya “Nobeta Edaletê” kirin. Çalakiya nobetê ya malbata Şenyaşar ligel hemû, astengî, binçavkirin û zextan jî, di roja 18’emîn de dewam dike.   Dayik Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di saetên serê sibê de, ewil berê xwe dan cihê ji dayikbûna Hezretî Îbrahîm, Golamasiyan a dîrokî ya lê hatibû şewitandin ziyaret kirin û li vê derê daxwaza xwe ya “Edaletê” anîn ziman.   ‘EM Ê DEV JÊ BERNEDIN’   Li ser hesabê medya civakî ya malbatê, têkildarî ziyaretê ev parvekirin hat kirin: “Me li cih û warê Hz. Îbrahîm, xwe spart edaleta şaşnebar a Xwedê û wisan dest bi têkoşîna xwe ya EDALET’ê kir. Ligel hemû astengiyan jî, em ê dest ji daxwaza xwe ya mafdar bernedin. Daxwaza me ya EDALET’ê di roj 18’emîn de dewam dike.”    HEVDÎTINA BI DOZGER RE    Malbat piştî ziyaretê hat Edliya Rihayê û xwest bi dozgerê dosyayê re hevdîtin bike. Ji bo hevdîtina saet 16.00’an a bê lidarxistin, malbat li avahiya edliyê radiweste.