Parêzerê doza Dînk: Em ê biryarê îttîraz bikin 2021-03-26 15:15:20   STENBOL – Ji parêzerên doza Hrant Dînk Hakan Bakircioglû, diyar kir ku biryara derketiye şaş e, hemû aliyên cînayetê dernexistiye holê û dê îttîraza biryarê bikin.   Piştî bi dawîbûna danişîna biryarê ya doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk li ber edliyeyê daxuyanî hat dayîn. Parêzer Hakan Bakircioglû ku li ser navê parêzer û hevalên Dînk axivî, diyar kir ku pêvajoya cînayetê baş nehatiye lêpirsînkirin û wiha got: “Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve derbarê gelek peywirdarên dewletê yên hevparê cînayetê de dozname nehatiye amadekirin. Di lêpirsînê de bi awayekî şênber derneketiye holê ku kî biryara cinayetê daye.” Di berdewamê de Bakircioglû, destnîşan kir ku di biryara hatiye dayîn de şaşî hene û dê îttîraza biryarê bikin.    TÊKOŞÎNA EDALETÊ BI DAWÎ NEBÛYE   Piştî Bakircioglû, ji hevalên Dînk Bulent Aydin jî diyar kir ku dozê perdeya reş a li ser cinayetê ranekiriye û ev tişt anîn ziman: “Divê kesên biryara cinayetê dane û vê pêvajoyê bi kar anîne derkevin holê. Divê kesên gotine bikujin bên darizandin. Ji ber vê divê bi vê biryarê têkoşîna edaletê bi dawî bibe. Belkî derbasî asteke nû bû. Heta em nebêjin qediya naqede.”   ‘WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’   Gerînendêyê Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvard Danzîkyan jî bi lêv kir ku bi biryarê berpirsyarên rasteqîn derneketine holê û biryara hatiye dayîn bes nabînin û wiha got: “Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”   Nûnerê Rojnamegerên Sînoran Nasnakin (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglû jî da zanîn ku berpirsyarên rasteqîn derneketine holê û got ku wê şopdarên têkoşîna edaletê bin.”