Platforma Tenduristiyê: Li gel qedexeyê jî ji nexweşan pere tê girtin 2021-03-26 15:57:29   AMED – Platforma Tenduristiyê ya Amedê, diyar kir ku rexmî qedexeyê jî di saetên xebatê de li Zanîngeha Dîcleyê ji nexweşan pereye mieynê û emeliyatê tê girtin û endamên hîndekariyê bêpere nexweşan mieyne nakin.    Platforma Tenduristiyê ya Amedê, têkildarî bazirganîbûna ku di bin navê guhertina tenduristiyê de tê kirin û pirsgirêkên li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê daxuyanî da çapameniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Tenduristiya bi zimanê zikmakî, xwegihandinê û bêpere mafê herkesî ye” hat vekirin û dovîzên “Tenduristî maf e, ne li cüzdan li Destûra Bingehîn binerin” û “Em ê te ne bi qasî nexweşiya te, bi qasî perê te nedin axaftin” hatin hilgirtin.    TENDURISTÎ BÛYE BAZAR   Di daxuyaniya ku nûnerên platformê tevlî bûbûn de li ser navê platformê Hevserokê Şaxa Sendîkaya Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Şiyar Guldîken axivî.  Şiyar Guldîken, diyar kir ku di bin navê guhertina tenduristiyê de tendurisî bûye bazar û pêşkêşî sermiyan tê kirin û wiha got: “Heke perê te hebin derî heta dawiyê ji te re vekirîne.”   XIZMETA NEXWEŞXANEYÊN TAYBET DIDE!   Guldîken, bi lêv kir ku di dewleta sosyal de pekanîna girtina xizmeta pêpere û biwesf girîngtir e û ev tişt gotin: “Kesên welat bi rê ve dibin ji ber ku alîkariya pêwîst nadin xebatkarên tenduristiyê xizmeta tenduristiyê dikin bipere. Li gel ku Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê di asta nexweşxaneya cemaweriyê de ye xizmeta tê dayîn ji ya nexweşxaneyan taybet ne cudatir e. Ji sedî 90 endamên hîndekariyê yên nexweşxaneyê bêpere nexweşan mieyne û emeliyat nakin.”   ‘BI MDO’YÊ GIRTINA PERE MEŞRÛ KIRIN’   Di berdewamê de Guldîken, destnîşan kir ku li nexweşxaneyê nexweş bi mehan ji bo emeliyatê tên sekinandin û ev agahî dan: “Nexweş dema ku di bin navê Razandina Derveyî Xebatê (MDÖ) de pere didin, hem hîndekar wan miyene dike hem jî di nav hefteyekê de kirariyên wan ên emeliyatê tên kirin. Li gel ku qedexe ye jî di saetên xebatê de perê mieynê û emeliyatê ji nexweşan tê girtin.”