Prof. Dr. Kadrî Yildirim jiyana xwe ji dest da 2021-03-26 18:49:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê yê berê Kadrî Yildirim, jiyana xwe ji dest da.    Cîgirê Rektorê Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê û Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê yê berê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, 4 roj berê ji ber xwîn çûbû ser mêjiyê wî, ew rakiribûn nexweşxaneyê. Yildiri îro li Nexweşxaneya Memorîalê ya taybet jiyana xwe ji dest da.    10 sal berê jî xwîn çûbû ser mejiyê Yildirim û di Kanûna 2020'an de jî bi şewba Covîd-19'ê ketibû.    Hat diyarkirin ku dê cenazeyê Yildirim li Amedê bê definkirin.