153 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan 2021-03-26 21:07:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 153 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 29 hezar û 81 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 153 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 29 hezar û 81 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 30 hezar û 772 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 3 milyon û 149 hezar û 94.