Qeyûm milyon xerc kirin, lê ji kort û koncalan xalî nabe 2021-03-27 09:00:48 ŞIRNEX - Qeyûmê Cizîrê çêkirina Kolana Yafesê bi 2 milyon û 368 hezar TL'yî dabû ber îhaleyê, lê belê proje temam nebû û niha rê ji kort û kocalan xalî nabe.  Qeyûm Sînan Davûtoglû ku tayinî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin, çêkirina kolana herî qelebalix a Cizîrê Kolana Yafesê bi 2 milyon û 368 hezar û 971 TL'yî dabû ber îhaleyê. Îhale dabû Şîrketa Emîrsanê. Dihat payin ku proje di 2'yê Sibatê de bê temamkirin. Xebatên ji bo çêkirina rê jî di 2'yê Gulanê de dest pê kiribûn. Lê belê niha rê ji kort û koncalan xalî nabe.    Ajovanan bertek nîşanî vê dan û destnîşan kirin ku rêya 2 deqeyî niha bûye 10-15 deqe.    BILA BIKIN WEKÎ BERÊ   Ajovanekî got: "Va hûn dibînin, her derê wê kort û koncal in. Ji ber van koncalan tekerekî min teqiya. Bila rê bikin wekî berê, em tiştekî din naxwazin. Em rêya xwe ya berê dixwazin. Em nikarin bimeşin ji ber van koncalan."