Ocalan: Ev ne hevdîtin e, provakasyon e 2021-03-27 09:00:53 RIHA - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku hevdîtina bi telefonê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan provakasyon e û got: "Bi vî awayî fikarên me zêdetir bûn. Em tu salixê ji jiyan û tenduristiya Birêz Ocalan nagirin."  11 meh in malbat û parêzer nikarin hevditinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbikin. Herî dawî hin hesabên medyaya sosyal derbarê jiyan û tenduristiya Ocalan de hin îdia parve kiribûn. Piştî van îdiayan malbat û parêzer ji bo "hevdîtina lezgîn" serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê belê dozgeriyê bersiva malbatê û parêzeran nedabû. Piştî vê bira Mehmet Ocalan, di 25'ê Adarê de li Edliyeya Rihayê bi telefonê bi birayê xwe Ocalan re axivîbû, lê belê hevdîtin tenê çar deqe û nîvan dewam kiribû. Di hevdîtina bi rêya telefonê de Abdullah Ocalan, diyar kiribû ku hevdîtineke bi vî rengî bêhiqûqîtî ye, heger hevdîtin çêbibe divê li Îmraliyê çêbibe û dixwaze hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêbike.    Parlementerê HDP'ê yê Rihayê biraziyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Omer Ocalan, ji bo hevdîtina navbirî destnîşan kir ku hevdîtineke "korsanî" ye.      ‘BÊCIDIYETÎ'    Ocalan, anî ziman ku piştî ku di 24'ê Adarê de ji bo hevdîtinê telefonî bavê wî Mehmet Ocalan hatiye kirin, di 25'ê Adarê de tevî bavê xwe û wasiyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç çûye Edliyeya Rihayê. Ocalan got: "Piştî çend deqeyan telefon qut bû. Me ji rayedarên li wir pirsî. Me xwest em serdozger bibînin. Serdozger got, hevdîtin bi dawî bûye. Herî dawî di 27'ê Nîsanê de bi telefonê hevdîtin bi Birêz Ocalan re hatibû kirin. Ev hevdîtin nêzî 25 deqeyan dewam kiribû. Lê ya di 25'ê Adarê de 4 qede û nîvan dewam kir. Birêz Ocalan di hevdîtinê de behsa heq, hiqûq û qanûnê kir û destnîşan kir ku hevdîtineke bi vî awaî ne rast e. Got, hevdîtineke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Di hevdîtinê de ev tişt hatin gotin. Her wiha bêyî ku Birêz Ocalan û birayê xwe xatir ji hev bixwazin telefon qut bûye. Heger mirov navekî li vê hevdîtinê bike, ê karibe bibêje hevdîtineke korsanî ye. Çima wisa tê kirin? Cidiyet, giranî divê. A ku dewletê kiriye bêcidiyetî û tiştekîe rzanî ye. Li wir qanûn jî nemaye êdî. Wê jî binpê kirine."    ‘FIKARÊN ME ZÊDE BÛN'    Ocalan, bang li dewletê kir ku bi awayekî cidî tevbigere û got: "Dewlet, divê bi cidî nêz bibe. Divê li gor giraniya xwe tevbigere. Şayed rewşeke cuda hebe, bila Wezîrê Dadê daxuyaniyekê bide. Ev bêcidyetî, nayê qebûlkirin. Lê binerin, telefonî malbatê dikin, dibêjin ê hevdîtin çêbibe. Lê hevdîtineke 4 deqe û nîv. Ji vê re dibêjin hevdîtin. Ev, ne qanûnî, ne jî hiqûqî ye. Divê qanûn têkevin dewrê. Di dema hevdîtinêê de telefon tê qutkirin. Bi vî awayî fikarên me zêde bûn. Em tu salixê ji jiyan û tenduristiya Birêz Ocalan nagirin."    ‘EM QEBÛL NAKIN'    Ocalan, hevdîtina navbirî wekî "provakasyonekê" nirxand û got: "Ê berpirsiyar, li hizûra dîrokê hesab bidin. Qanûnan pêk bînin. Hevdîtin divê ne korsanî be. Birêz Ocalan, di dema hevdîtinê de bi awayekî aşkere aniye zimên. Doza hevdîtina rû bi rû dike. Ji ber ku hevdîtin ne rû bi rû ye, em vê hevdîtinê qebûl nakin. Hevalên Birêz Ocalan ên li cem wî jî hevdîtina bi vî rengî qebûl nakin."    ‘PLANEKE QIRÊJ'    Ocalan, destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê îşkencekirin û got: "CPT, qaşo dibêje ez li dijî îşkenceyê têdikoşim. Li giravê îşkenceyeke mezin heye. Ev, nayê qebûlkirin. Birêz Ocalan, dixwaze qanûn pêk bên. Salê carekê, bi telefonê 4-5 deqe nabe. Ka saziyên hiqûqê yên navneteweyî. Ma qey nabînin? Kesên dibêjin 'Em demokrat in, em li dijî îşkenceyê ne' ka li ku ne? Birêz Ocalan û yên li cem wî bi îşkenceyeke derûnî re rû bi rû ne. Em nizanin bê li wir çi diqewime. Divê dewlet zelal be. Dewlet, tiştina vedişêre. Planek kiriye. Ev planeke qirêjî ye."    'PROVAKASYON E'    Parlementerê HDP'î Ocalan, anî ziman ku di ser tenduristî û jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re siyaset tê kirin. Ocalan, destnîşan kir ku demildest divê rayedar daxuyaniyekê bidin. Ocalan got: "Hîn axaftin dewam dikir, telefon tê qutkirin, ev zilm tê kirin. Ev zilm tenê ne li Birêz Ocalan, li gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin. Heger ev planek be, nexwe planeke pir qirêjî ye. Divê dewlet dev ji vê plana qirêjî berde. Dubare dikim, ev ne hevdîtin e, provakasyon e."    MA / Bariş Polat - Lezgîn Tekay