Di îdianameya karkeran de ‘nijadperestî’ hat derxistin! 2021-03-27 12:45:59 MÊRDÎN - Dozgeriyê lêpirsîna derbarê karkerên kurd ên li Sakaryayê bi êrişê re rûbirû mabûn temam kir û di îdianameyê de cih neda gotina “nijadperestî.” Parêzer Kemal Erdem got dixwazin ser vê bûyera nijadperest bigirin.  Karkerên kurd ên ji navçeya Şemrexa Mêrdînê di 4’ê îlona 2020’an de li Sarkayayê bi êrişek nijadperest re rûbirû mabûn. Derbarê êrişkaran de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Dozgeriya Sakaryayê lêpirsîn temam kir û tenê 3 rûpel îdianame amade kir. Dadgeha Cezayê Asliye ya navçeya Kocaalî ya Sakaryayê îdianame qebûl kir. Danişîna ewil a dozê wê di rojên pêşiya me de were lidarxistin.    ÎDIANAMEYEK SÊ RÛPEL    Dozgeriya ku ji sûcê “xelkê tahrîkî dijminahî û kînê dike” lêpirsîn dabû destpêkirin, biryara neşopandinê da. Dozgeriyê ji sûcên “bi qestîr birîndarkirin”, “gef” û “heqaretê” jî ceza xwest. Rûpelek û nîvê îdianameyê ji navê mexdûr, muştekî û bersûcan pêk tê. Di rûpelên din de jî nirxandina dozgeriyê cih digire û 7 karker mexdûr û karkerên din jî wek muştekî cih digirin.    GEF HEYE LÊ NIJADPERESTÎ NÎNE    Li gorî îdianameya hatiye amadekirin ji 4 êrişkaran derbarê Hasan Cebecioglu, Huseyîn Cebecioglu û Kenan Cebecioglû ji sûcê “bi qestîr birîndarkirin”, “gef” û “heqaretê” ceza hat xwestin. Derbarê Kadîr Cebecioglu de jî ji sûcê “bi qestî birîndarkirin” ceza hat xwestin. Ji hemû êrişkaran re çend mehan tê xwestin û cezayê pereyek hindik tê xwestin. Di îdianameyê de cih dane “gefê” lê belê cih nedane “nijadperestiyê.’    ‘DIXWAZIN SER NIJADPERESTIYÊ BIGIRIN’   Parêzer Kemal Erdem ê endamê Baroya Mêrdînê ku parêzeriya karkerên mexdûr bûbûn dike diyar kir ku ji destpêka êrişê ve ev êrişek nijadperestî ye û dozgerî tevî hemû delîlan jî di warê sûcên nefretê de dixwaze biniximîne. Erdem destnîşan kir ku gotinên êrişkaran ên wek “ez ê we bişewitînim, ev der welatê min e, qey ev der Mêrdîn e” ku di îdianameyê de cih digirin bi serê xwe sûcên wek “sûcê nefretê”, “cihêkarî” û “tahrîkiya dijminahî û kînê li xelkê dike” her tiştî radixe ber çavan. Erdem anî ziman ku îdianameya heyî lêpirsîn kêm hatiye hiştin û got: “Ji serê ewilî ve dixwazin ser ser dosyeyê bigirin. Bi taybetî dixwazin ser aliyê ‘nijadperestî’ yên êrişê bigirin. Wek her tim carek din dixwazin rûyê êrişkariya nijadperestî bigirin. Ev bûyer li gelek deveran hatiye serê karkerên kurd. Tevî hemû îtîrazên me jî bi ya xwe kirin. Îtîrazên me li ber çavan nehatine girtin. Ev yek jî armanca veşartina êrişê dide nîşandan.”    MA / Ahmet Kanbal