'Girtiya nexweş a 75 salî Fatma Guler berdin’ 2021-03-27 13:19:35   ÎZMÎR-Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiya nexweşa giran a 75 salî Fatma Guler a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê dimîne û xwest tavilê bê berdin.    Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, bi awayekê onlîne daxuyanî da. Di çalakiya vê heftê de, rewşa tenduristiya girtiya nexweşa giran a 75 salî Fatma Guler a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê dimîne, hat nirxandin.    Endama Komîsyona girtîgehê Ahmet Çîçek, daxuyanî da û wiha  got: “Guler di sala 2012’an de li navçeya Xozatê ya Dersimê hat girtin û dûre hat berdan. 5 sal cezayê girtîgehê li Guler hat birîn. Piştî ku cezayê Guler li Dadgeha Bilind hat erêkirin, di 30’ê Cotmeha 2018’an de, cardin hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Aydin. Guler ji wir jî sîrgûnê Girtîgeha Alîaga/Şakranê ya Îzmîrê hat kirin.”     PEÇEŞÊR, TANSIYONA BILIND, BÊHNTENGÎ…   Çîçek, bal kişand ser nexweşiyên Guler û wiha bilêv kir: “Berî bê girtin ji ber nexweşiya pençeşêrê ji mîda xwe du caran hatiye emeliyatkirin. Di heman demê de nexweşiyên wê yên bêhntengî, tansiyona bilind û mêlaka reş hene. Ji ber şert û mercên di girtîgehê de, nexweşiyên Guler giran bûne û nexweşiyên nû di canê wê de rû dane. Her ku diçe rewşa tenduristiya Guler giran dibe.”    ‘DIVÊ GULER BÊ BERDAN’   Çîçek, daxwaz kir ku Guler demildest bê berdan û wiha bi dawî kir: “Parêzeran ji bo berdana Guler serî li Serdozgeriya Komarê dan. Lê dozgeriyê ev daxwaza parêzeran red kir. Temenê Guler mezin û gelek nexweşiyên wê hene. Ji ber van serdeman jî mabe divê Guler tavilê bê berdan. Em carek din ji bo Guler banga hestiyarî û berdanê dikin.”