Heta ku bi Ocalan re hevdîtin pêk neyê, girtî dernakevin hevdîtina telefonê 2021-03-27 13:30:39   RIHA - Girtîyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê dimînin, biryar girtin ku heta malbat û parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pê re rûbirû hevdîtinê nekin, ew ê dernekevin hevdîtina telefonê.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku girtiyên PKK û PAJK'î di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye bê rakirin û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne bi dawî bibin, dan destpêkirin di roja 121’emîn de berdewam dike. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê dimînin, bi biryara derneketina hevdîtina telefonê dest bi çalakiyeke nû kirin.   Girtiyan, qûtkirina hevdîtina telefonê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi birayê wî Mehmet Ocalan re, bi derneketina hevdîtina telefonê şermezar kirin. Vê hefteyê ji her kawişê tenê 2 girtî li malbatên xwe geriyan. Van girtiyan jî bi malbatên xwe re ragihandin ku heta Rêberê PKK’ê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtina rûbirû neke wê ji niha şunde dernekevin hevdîtina telefonê û telefon girtin.   Hayam Bûlût, diyar kir ku birayê wî Serhat Bûlût ê girtî di hevdîtina telefonê de gotiye ku “Ez ê pir kurt biaxivim. Em qûtkirina hevdîtina telefonê ya bi Rêberê re şermezar dikin. Em jî wê dernekevin hevdîtina telefonê” û telefon girtî ye. Hat hîn bûn ku Mehmet Bînîcî yê di heman girtîgehê de dimîne jî, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re ev tişt gotine: “Heke hefteya pêşiya me bi Rêbertiyê re hevdîtina rûbirû pêk neyê, ji niha û şûnde em ê dernakevin hevdîtina telefonê.”