30 hezar û 21 kes bi Covîd-19'ê ketin 2021-03-27 20:29:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 151 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 30 hezar û 21 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 151 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 30 hezar û 21 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 30 hezar û 923 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 3 milyon û 179 hezar û 115.