Nivîskarê Kurd Keremê Seyad jiyana xwe ji dest da 2021-03-28 12:43:37 AMED - Nivîskarê Kurd ê 82 salî Keremê Seyad jiyana xwe ji dest da.    Nivîskar, rewşenbir û xebatkarê Radyoya Erivanê Keremê Seyad ê 82 salî ku 60 salan li ser ziman û çanda  Kurdî xebat kir, jiyana xwe ji dest da. Keremê Seyad, di sala 1938'an de li Gundê Hakko yê Nehiya Talîn a Ermenîstanê ji dayik bûbû. Seyad, zanîngeh li Erivanê xwend û di sala 1960'an de li Radyoya Erîvanê dest bi xebata çapemeniyê kir. Seyad, hedî dawî dîrektoriya Radyoye kiribû. Keremê Seyad 60 salan xizmeta çand û zimanê Kurdî kir.    Keremê Seyad, dê 30'ê Adarê roja sêşemê li Gundê Hakko bê definkirin.