Pira Gelan: Qîrîna malbata Şenyeşar bibihîsin 2021-03-28 14:25:16 RIHA - Sekreterê  Giştî yê Komeleya Pira Gelan Yûsûf Ak, ê malbata Şenyaşar ziyaret kir ev bang kir: "Dengê qîrîniya malbatê bibihîsin.   Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Dayika Şenyaşar û kurê wê Ferîd Şenyaşar dewam dike. Sekreterê Giştî yê Komeleya Pira Gelan Yûsûf Ak, malbata Şenyaşar ziyaret kir. Ak, ê derbarê pêvajoya dozê de agahî ji malbatê kir, ev axaftin kir: "Ji Stenbolê hatina min a vê derê têrê nake. Ez dixwazim bang li rêxistinên demokratîk, sazî û dezgehên civaka sivîl û partiyên muxalîf bikim. Divê em xwedî malbatê derkevin. Pêwîste hemû gelên Tirkiyeyê xwedî vê nobetê derkevin. Yên ku nikarin bên vê derê jî divê li ber edliyên bajarên lê ne nobetê bigirin. Ev zilmek mezin û nayê qebûl kirin."