Kesên di 28’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn 2021-03-28 15:26:25   AMED - Kesên di bûyerên 28’ê Adarê de, jiyana xwe ji dest da bûn, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.    Ji bo 7 jê zarok 14 kesên di bûyerên 28’ê Adara 2006’an de, piştî 14 HPG’iyên li çoltera herêma Şênê ya Mûşê bi çekên kîmyewî hatin kuştin, qewimîn de jiyana xwe ji dest da bûn, bernameya bîranîn hat lidarxistin   Bîranîn li ser gorên Abdullah Dûran, Tarik Ataykaya û Mehmet Işikçi yên li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê hat lidarxistin. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beşdarî bîranînê bûn. -    ‘JIN JÎ BE, ZAROK JÎ BE YA PÊWÎST BIKIN’   Wekîlê Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Amedê Îrfan Soner, di bîranînê de axivî û bal kişand ser gotina Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan a “Jin jî be, zarok jî be ya pêwîst dê bê kirin.” Soner, diyar kir ku piştî vê gotina Erdogan 7 jê zarok 14 kes hatin kuştin û wiha axivî: “15 sal bi ser vê bûyerê re derbas bûn. Ligel vê yekê jî bersûc hîna nehatine cezakirin. Ma kesên hatin qetilkirin ne mirov bûn ku hesab ji tu kesî nehat pirsîn? Zarok jî kuştin. Malbat êdî dixwazin edalet bê bicihanîn. Divê ji bo her kesî edalet pê bê. Bila faîl bên cezakirin, ên jiyana xwe ji dest dayîn jî rehet rakevin.”    Endam û rêveberên partiyan, piştî axaftinê, qerenfîl danîn ser gorên Abdullah Dûran, Tarik Ataykaya û Mehmet Işikçi yên di bûyeran de jiyana xwe ji dest da bûn.    Dûre bîranîn bi xwendina duayan bi dawî bû.