Ji Dayikên Aştiyê piştgiriya Malbata Şenyaşar: Bila dayik negirîn 2021-03-28 16:40:50   RIHA – Meclisa Dayikên Aştiye ya Mêrdînê, serdana Emnîne Şenyaşar ku nobeta Edaletê digire kirin û ev peyam dan: “Em heta dawiyê bi dayika Emîne re ne. Em aştiyê dixwazin, bîla êdî dayik negirîn.”   Nobeta “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 20’emîn de didome.  Meclisa Dayikên Aştiye ya Mêrdînê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana Emnîne Şenyaşar kirin û peyamanên piştgiriyê dan. Dema serdanê Emîne Şenyaşar, diyar kir ku edalet tuneye û ev tişt got: “Edalet di bin erdê de ye. Ji bo derxistina wê mijûl dibim. Hê jî malbata Yildiz gefa li me dixwe. Edalet li kur e? Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘BILA DAYIK NEGIRÎN’    Piştî Şenyaşar ji Meclisa Dayikên Aştiyê Perîhan Altûg axivî û ev peyam dan: “Em jî heta dawiyê edaletê dixwazin. Divê ji bo dayika Emîne edalet bi cih were. Ji bo herkesî edalet pêwîst e. Tiştek bêedalet nabe. Bêedalet kes nikare bijî. Ji bo hemû gelan edalet pêwîst e. Em ê heta dawiyê şopdarê edaletê bin. Em aştiyê dixwazin ne şer. Me timik aştiyê xwestiye. Bila êdî dayik negirîn û ev şerê qirêj bi dawî bibe.”   Piştî axaftinê dayik û aktîvîstên TJA’yê ji bo demekê li cem Emîne Şenyaşar rawestiyan û piştre ji bajar veqetiyan.