Bi hezaran şengalî meşiyan: Ji rewşeke rû bide hikûmet berpirsyar e 2021-03-28 17:07:00   NAVENDA NÛÇEYAN- Li dijî Peymana Bexda û Hewlêrê bi hezaran Şengalî meşiyan û gotin: "Ji rewşeke rû bide hikûmeta Kazimî berpirsyar e."    Li Şengalê, li dijî Peymana Bexda-Hewlêrê ya bi armanca tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê hatiye îmzekirin, bi tevlîbûna Hêzên Parastina Êzîdxanê, nûnerên saziyên êzîdiyan, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, oldar û bawermendên êzîdî, rûspî,  Asayîşa Êzîdxanê meşeke girseyî hat li dar xistin.  Di meşê de pankartên, "Axa me, çiyayê me, çeka me, xetên me yên sor in”, “Îradeya me ji gefên Kazimî mezintir e”, “Çeka me şerefa me ye” hatin vekirin.    Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji hêla êzîdî Şêx Semîr Derwêş ve hat xwendin. Derwêş, diyar kir ku ew weke şênî û pêkhateyên Şengalê peymana ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî û PDK’ê de hatiye îmzekirin qebûl nakin û wiha got: "Wekî şênî û pêkhateyên Şengalê careke din em bi vê xwepêşandanê helwesta xwe li hemberî peymana 9`ê Cotmeha 2020`an a di navbera hikumeta Kazimî û PDK`ê de hatibû îmzekirin, eşkere dikin. Em bi tu awayî vê peymanê qebûl nakin.”   'ŞENGAL RADESTÎ DAÎŞ'Ê HAT KIRIN'   Derwêş, bal kişand ser fermana 73’an a di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hat û ev tişt got: “Em careke din bi bîr dixin ku yên Şengal ji qirkirin û êrişên çeteyên DAIŞ`ê re rû bi rû hiştin, durûtiya siyaseta Bexda û Hewlêrê ya li hemberî Şengalê ye. Madeya 140 yek ji wan sedemane ku em rûberûyê çeteyên DAIŞ’ê werin û gel bê parastin bimîne, Şengal radestê DAIŞ’ê hate kirin. Ji ber paşguhkirin, xemsariya we ya li hemberî Şengalê xelkê me hatin qetilkirin, serê wan hate jêkirin, jin hatin revandin, koçber bûn."   'BERPIRSYARÊ HER TIŞTÊ KU HATÎ SERÊ ME BEXDA YE'   Di berdewama daxuyaniyê de Derwêş, destnîşan kir ku di encama xemseriya hikûmeta Bexda û Hewlêrê de hemû tişt hatine serê êzidiyan û  wiha pêde çû: "Beriya fermanê şêniyên Şengalê beşdarê rêveberiyê û hêzên ewlekariyê nehatin kirin. Rêveberî li gorî berjewendiyên partiyan û şexsan hatibû avakirin. Wisa xuya dike niha jî hun dixwazin, bi heman şêweyê wê rêvebeirya berê ya siyasî dûbare bikin. Nîşaneya vê jî peymana ku we bêyî girtina nêrîna gelê Şengalê îmze kiriye ye.”   Meş bi dirûşmeyên"Asayîş rûmeta me ye," Bijî Asayîş" bi dawî bû.