Ebdî bang li ENKS û PYNK'ê kir ku li diyalogê vegerin 2021-03-28 19:17:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî, bang li ENKS û PYNK'ê kir ku li diyalogan vegerin û got ku mijara Pêşmergeyan berê hatiye diyarkirin ku divê li gorî Peymana Dihokê were çareserkirin.      Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, der barê diyalogên di navbera Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de ji ANHA'yê re axivî. Ebdî, diyar kir ku ew bi helwesta xwe ve ya piştevaniya diyalogên ENKS- PYNK'ê ve girêdayî ne û wiha got: "Diyalog û danstandinên di navbera Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd ji bo yekkirina xîtab û helwestê ye. Wekî aliyekî garantor û sponer li gel aliyê amerîkî yên dost em hîna bi helwesta xwe ve girêdayî ne.” 'MIJARA PÊŞMERGE BERÊ HATIYA DIYARKIRIN' Ebdî, yekkirina rêza kurdî wekî mijareke stratejî bi nav kir û ev tişt got: “Yekitiya kurdî ji bo me mijareke stratejîk a xwedî girîngiyek ji bo pêşeroja gelê me û daxwaza wê ya rêxistinkirina mala navxweyî ye. Mijarên ku her du alî di ragihandinê hev din tawanbar dikin astmosfêreke neyîn afirand, bi taybet mijara leşkerî û pêşmergeyan ku berê hatiye diyarkirin û her çareseriyeke ji bo vê mijarê dê di çarçoveya Peymana Dihokê de be.” BANGA VEGERA LI DIYALOGAN Ebdî, bang li her du aliyan (PYNK û ENKS) kir ku li diyalogan vegerin û axaftina xwe wiha domand: "Ji bo pêkanîna hêvî û daxwazên gelê Kurd û gelê Sûriyê bi giştî bi hemû pêkhateyên wê di pêşerojeke ronî de li ser esasê lihevkirin, hezkirin û girtina berjewendiyên giştî li ser berjewendiyên partiyetî yên teng, em bang li birayên xwe yên di Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd de û birayên me di Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de dikin ku bi rihê berpirsyartiyê tev bigerin, li mesaya diyalogan vegerin da ku nîqaşên li ser xalên bi nakok rû bi rû û ne bi rêya ragihandinê bikin.” 'DIYALOGA KURDÎ BEŞEK JI PÊVAJOYA BERFIREH A SÛRIYÊ YE' Ebdî, diyar kir ku diyaloga kurdî beşek ji pêvajoya berfireh a têkildarî Sûriyê ye û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Beriya niha me teqez kiribû ku diyaloga kurdî-kurdî li Sûriyê beşek ji pêvajoya berfireh a diyaloga sûrî-sûrî bi giştî ye, nabe her du ji hev werin cûdakirin, em hîna bi hemû enerjiya xwe kar dikin da ku vê pêvajoya zehmet û giran bi ser bixin ku pêşeroja Sûriyê û gelê wê piştî 10 salan ji serhildan û tevgera gel li ser sekiniye.”