Demîrtaş ji malbata Kadrî Yildirim re sersaxî xwest 2021-03-28 21:22:53   NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li ser hesabê xwe yê twîterê bi peyamekê ji malbata Parlamenterê HDP’ê yê berê Prof. Dr. Kadrî Yildirim re sersaxî xwest.     Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtigeha Tipa f a Edirneye girti ye, li ser hesabê xwe yê twîterê, têkildarî mirina Parlamenterê HDP’ê yê berê Prof. Dr. Kadrî Yildirim ku roja înê jiyana xwe ji dest dabû daxuyaniyek da û ji malbat û hezkiriyên Yildirim re sersaxî xwest.   Demîrtaş, têkildarî mijarê ev twît avêt: “Ji ber wefata parlementerê me yê berê, mamosteyê me yê hêja, kedkar û xebatkarê ziman û wêjeya Kurdî #KadriYıldırım ez gelek xemgîn im. Xwedê rehma xwe lê bike, serê nas û dostên wî, serê gelê me sax be.”