153 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan 2021-03-28 21:29:39   NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber vîrûsa koronayê di 24 saetên dawîn de 153 kesên din jiyana xwe ji dest dan û 29 hezar û 58 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin.     Wezareta Tenduristiyê, tabloya rojane ya nexweşên vîrûsa koronayê parve kir. Li gorî daneyan, ji ber vîrûsa koronayê di 24 saetên dawîn de 153 kesên din jiyana xwe ji dest dan û 29 hezar û 58 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin. Hejmara qurbaniyên vîrûsa koronayê derket 31 hezar û 76 kesan û bi giştî hejmara kesên ku pê ketine jî gihîşt 3 milyon û 208 hezare û 173 kesan.