Birayê parlamenterê AKP’ê giliyê Ferît Şenyaşar kir! 2021-03-29 11:57:07 RIHA - Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar di roja 21’emîn de didome. Li ser gilîkirina birayê parlamenterê AKP’ê, emniyetê bang li Ferît Şenayşar kir ku biçe îfade bide.    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an parêzvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî kargeha malbata Şenyaşar kiribûn û şer heta ber Nexweşxanaya Dewletê ya Pirsûsê berdewam kiribû. Di encama êrişa AKP’iyan de Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Adil û Celal jiyana xwe ji dest dabûn. Ferît Şenyaşar û Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbûn û Fadil Şenyaşar hat girtin û hêj girtî tê darizandin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar bi daxwaza “Edaletê” li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya nobetê kirine û 21 roj berdewam dike.    BIRAYÊ WEKÎLÊ AKP’Ê GILIYÊ ŞENYAŞAR KIRIYE   Hat zanîn ku birayê Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’yî, Sulyeman Yildiz giliyê Ferît Şenyaşar kiriye. Li ser vê yekê Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê li Şenyaşar geriyaye û xwestiye biçe îfade bide wan. Ferît Şenyaşar serê sibê çû miduriyeta polîsan îfade da. Nehat zanîn ku Şenyaşar bi çi tê sûcdarkirin.    'NOBETA ME LI EMNIYETÊ DIDOME’    Li ser hesabê medya civakî yê malbatê wiha hat gotin: “Dengê girî û zêmarên dayika dilbişewat, wê her tim bi ser dengê zailmên ku dikenin û derewan dikin bikeve. Hûn dikarin bi wêneyên montajkirî serokkomar bixapînin lê belê hûn qet nikarin gelê Tirkiyê bixapînin. Têkoşîna me ya nobeta edaletê di roja 21’emîn de li emniyetê berdewam dike.”