Faîlên cînayeta Mûhammedê 8 salî tehliye bûn 2021-03-29 13:06:04   AMED – 3 kesên ku di doza zarokê bi navê Mûhammed Velî Dunmez ku li navçeya Çinarê hatibû qetilkirin de hatibûn girtin, tehliye bûn.    Li gundê Sergelya yê navçeyê Çinarê ya Amedê, di 21’ê çileya 2020’an de zarokê bi navê Mûhammed Velî Dunmez (8) winda bûbû û piştî demekê di maleke hilweşiyayî ya li gund de bi giran birîndar hatibû dîtin. Dunmez, li nexweşxaneya ku hatibû tedawîkirin xelas nebûbû û jiyana xwe ji dest dabû. Ji ber vê bûyerê meta Dunmez, Husnugul T. û zarokên xwe E.T. û O.F.T., B.T., S.O. û kurê xalê Dunmez Veysî T. ji aliyê cendirmeyan ve hatibû binçavkirin. Ji vana Veysî T. , Husnugul T. û zarokên bi navê S.O. hatibûn girtin.   Li gorî nûçeya JINNEWS’ê derbarê bûyerê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve dozname hatiye amadekirin û ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hatiye qebûlkirin û heta niha 3 danişînên dozê hatine dîtin. Di doznameyê de dozger bi sûcdariya “kuştina bi eziyet”  û “kuştina mexsûs” ji Veysî T. û Husnugul T. re cuda cuda ceza xwestiye. Rexmî vê jî di danişîna dawîn de Veysî T. , Husnugul T. û zarokê bi navê S.O. hatine berdan.