Gergerlîoglû: We ez hilbijartim, min jî berxwedan hilbijart 2021-03-29 14:36:05 ENQERE - Dayikên Aştiyê yên serdana "Nobeta Edaletê" ya Omer Farûk Gergerlîoglû kirin û wiha gotin: “Hûn li Meclîsê bibin jî nebin jî hûn vîna me ne, parlementerê me ne.”   Nobeta Edaletê ya Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûk Gergerlîoglû yê parlementeriya wî hat xistin da destpêkirin di roja 13’an de didome. Seredanên çalakiya nobetê ya li Navenda Giştî ya partiyê yên ji bo piştevaniyê jî didomin.   Di vê çarçoveyê de Dayikên Aştiyê yên li Enqereyê hatin seredana Gergerlîoglû. Dayika Aştiyê Munibe Koç, diyar kir ku Gergerlîoglû vîna wan e û wiha got: “Dema hûn saet şeşê sibê hatin bi wî awayî hatin binçavkirin, min got qey ew Meclîs rûxiya. Orhan Dogan û Leyla Zana hatin bîra me. Înşelah wê edalet cihê xwe bibîne. Em her tim edaletê dixwazin. Hûn li Meclîsê bibin jî nebin jî hûn vîna me ne, parlementerê me ne.”   Gergerlîoglû jî wiha got: “Hûn ew dayik in ku dema ez ji binçavan derketim li min geriyan û xemginiya xwe anîn ziman. Gel ez hilbijartim, min jî berxwedan hilbijart. Vê ji bîr dikin. Em ne 40, 50 kes in. Li pişt me herî kêm 7 milyon mirovên ku deng didin hene.”   Seredanên Nobeta Edaletê didomin.