Serdanên ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê didomin 2021-03-29 16:26:18   ENQERE – CHP û ÎHD’ê bi armanca piştevaniyê serdana “Nobeta Edaletê” ya HDP’ê kirin.   Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû û Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, serdana “Nobeta Edaletê” ya HDP’ê ku di roja 13’an de didome kirin. Heyetê di serdanê de peyamên xwe yên piştevaniyê bi Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î re parve kirin. Di nav rojê de Komeleya Huner û Çandê ya Başakê û Endamên PM’â HDP’ê yên Îzmîrê û Herêma Marmarayê jî serdana nobetê kirin.