ROJEVA 30'YÊ ADARA 2021'AN 2021-03-30 09:00:39   * Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad derbarê geşedanên herî dawî de nirxandinên girîng kirin û wiha got: "Di navbera sînorê Rojava û Şengalê de 2 hezar û 500 leşker hatine bicihkirin, ev pêşî li metirsiyê vedike"    * Penaber Îbrahîm Ergun, li Yûnanîstanê li kampê bi awayekî gumanbar miribû. Birayê wî Feyzî Ergun diyar kir ku bawer nakin ku birayê wî xwe kuştibe û got: "Ji ber zilmê reviya, cenazeyê wî dan me. Berpirsiyar Yûnanîstan e."    * Li Geliyê Hêtmanê ku rengên biharê hemû xwe lê digirin, gava şînahiya Çemê Dîcleyê û keskayiya xwezayiyê lê dibin yek, dibe cihê dîmenine bêhempa.    * Qeyûmê berê yê Mêrdînê ji bo çêkirina hin rêyan 10 îhale çêkiribûn û 352 milyon TL xerc kiribû. Lê belê piraniya van rêyan xera bûbûn. Qeyûmê nû heman rê cardin dan ber îhaleyê.    * Serokê Şaxa Diyanet Sen a Amedê Omer Evsen, bi kevirên malên li Sûrê hatin rûxandin avahiyek qaçax çêkiriye. Desteya Parastinê avahiya qaçax tespît kiriye, lê ji bo rûxandina wê heya niha tu tişt nekiriye. Omer Evsen, biraziyê Midûrê Weqfan ê Amedê Metîn Evsen e.    * Amediyan nerazîbûna xwe ya derbarê îdianameya ji bo girtina HDP'ê de anîn ziman û gotin: "Partiya me li ku be, em li wir in. Bi êrîşan nikarin pêşiya me bigirin."    * Li Qereyaziyê di çend salên dawiyê de polîsan 9 caran avêtiye ser malbata Sunbul. Ji malbatê hema bibêje kes nemaye ku ceza lê nehatiye birîn û niha jî kesên xwe wekî "polîsên îstixbaratê" didin naskirin malbatê taciz dikin û sîxurtiyê li ferdên malbatê ferz dikin.    * Endamê Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'a Stenbolê Mehmet Acettîn, destnîşan kir ku îqtidar ji ber helwestên xwe yên "dijminatiyê" girtiyên nexweş bernade. Acettîn, anî ziman ku dê li dijî vê neheqiyê têbikoşin.    *  Rewşa tenduristiya girtî Eyvaz Akinci yê 76 salî ku bi penceşêra pişikê ketiye û bijîşkan jê re gotiye sal û nîvek emirê te maye, xirab dibe. Malbatê bang li rayedaran kir: "Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve."    * Danişîna ewil a doza derbarêk uştina Fatma Alinmakas de hat vekirin wê li Dadgeha Cezayê Giran a Panosa Agiriyê were lidarxistin. (09.30)   * Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Xizmên Girtiyan (TUAY-DER) wê 2’'emîn Kongreya xwe ya Asayî li avahiya iMED TUHAD-FED'ê li dar bixe. (11.00-15.00)   * Danişîna doza derbarê aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn de ku ji ber xebatên KCD'ê hatibû vekirin wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00-16.00)   * Wê li Îzmîr û Stenbolê rêxistinên jinan betalkirina Peymana Stenbolê protesto bikin. (12.30-19.00)   * Meclîsa Ciwanan a HDP'ê têkildarî revandin û lêferzkirina endamên xwe wê li avahiya HDP'a Navçeya Peyasa Amedê daxuyanî bide. (14.00)   * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê da destpêkirin di roja 22'yemîn de wê berdewam bike.