Malbata girtiyê nexweş ê 76 salî: Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve 2021-03-30 09:16:27   STENBOL - Rewşa tenduristiya girtî Eyvaz Akinci yê 76 salî ku bi penceşêra pişikê ketiye û bijîşkan jê re gotiye sal û nîvek emirê te maye, xirab dibe. Malbatê bang li rayedaran kir: "Bila bi darbestê ji girtîgehê dernekeve."    Eyvaz Akinci ku bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" 4 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn û di 21'ê Adarê de hatibû girtin û wî biribûn Girtîgeha Metrîs a Tîpa T'yê, rewşa tenduristiya wî giran dibe. Akinci, berî ku bê girtin bi nexweşîna pişikê ketibû û hefteyê 6 rojan li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê dihat tedawîkirin û bijîşkan 4 meh û nîv berê jê re gotibûn sal û nîvek umrê te maye. Lê piştî hat girtin nayê tedawîkirin. Her wiha ji xeynî pençeşêra pişikê, nexweşîna astim, bronşît, KOAH, tansiyona zêde, qelb û mîdeyê jî pê re heye û nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.    Malbata Akinci xwest demildest bê berdan.    REWŞA WÎ XIRAB DIBE    Keça wî Evîn Devrîm Taşer, anî ziman ku pençeşêra pişikê ya bavê wî di asta sisêyan de ye û berî bê girtin ê derbasî asta çaran bûbûna, lê belê niha ji ber şert û mercên girtîgehê rewşa wî xirabtir dibe. Taşer, destnîşan kir ku jixwe berî ku bê girtin reşa wî pir xirab bûye û got: "Bavê min nikaribû her xwarinê bixwe. Me mamayên taybet didanê. Tim xwîn ji deva dihat. Carinan pir dihat. Car carinan rewşa wî pir pir xirab dibû. Jixwe bijîşkan jî digot. Çend hefteyên dawî nikaribû avê jî bixwe. Lewma me mama didanê. Me bi kapsulan derman didanê. Bi zorê bêhn distend. Ji ber kuxikê nikaribû razê. Ji sibehê heya êvarî tif dikir. Gava dimeşiya, gere kesekî/ê aliyê wî bikira. Bi zorê diçû lawaboyê. Ji ber vê fikarên me zêde bûne."    Keç Taşer, destnîşan kir ku divê bavê wî li devereke baş be da ku moralê wî baş be.Taşer, diyar kir ku bavê wê nikare xwarinên girtîgehê bixwe û mamayên ku îdareya girtîgehê peyda nake, ew dişînin û got: "Gava li vir bû, me tim wî dibir nexweşxaneyê. Li wir ev tişt nayên kirin. Piştî hat girtin me mamayên wî şandin girtîgehê. Hîn jî tenê van mamayan dixwe. Gava xwîn ji deva tê, carinan perçe di qirika wî de dimînin. Gava perçe mezin bin, dibe ku bifetise. em tim baldar bûn. Lê niha ne li cem me ye û em diqilqilin. Me dermanên wî bi awayekî rêk û pêk didanê. Li wir ê kes lê ne miqate be. Ê kes wî nebe lawaboyê. Ê kes wî xwedî neke. Ê kes bi bavê min re eleqedar nebe. Fikarên me hene."    'BILA CENAZE NEYÊ'    Taşer, diyar kir ku 4 meh berê bijîşkan ji bo bavê wê gotiye sal û nîvek umrê wî maye û xwest umrê mayî li cem wan derbas bike. Taşr, destnîşan kir ku di 40 salên dawî de bavê wê gelek caran hatiye girtin û got: "Heger ciwan bûne û ne nexwe bûna me yê ev qasî zehmtî nekişanda. Bi hezaran girtiyên wek wî hene. Bavê min jî wekî wan e. Qîmeta wî ji ya wan nezêdetir e. Lê belê bavê min nexweş e û rojên wî yên dawî ne. Berê jî gelek caran hatiye girtin. Bi rastî jî heger ne nexweş bûna , me yê bigota 'bi serbilindî hat girtin.' Em naxwazin bavê me li wir bimire. Em naxwazin cenazeyê wî ji girtîgehê derkeve. Jixwe bavê min tu tahm  ji jiyanê nekir, tim girtî bû. Qet nebe bila ji niha pê ve li cem me be. Bavê min 76 salî ye. PIştî vî umrî girtîgehê ê jê re pir zehmet be. Nikaribû rahêle kevçî, lewma em diqilqilin."    EXTIYAR, NEXWEŞ Û BÊHAL E    Hevjîna wî Cemîle Akincî got: "Nikare rahêle qedehek çayê. Nikare li ser pêya bisekine. Me bi zorê wî dibir lawaboyê. Bêhna wî dernediket. Nikare li wir bi tena serê xwe bimîne. Nikare rabe ser xwe. Nikare xwarinê bixwe. Tim diqefile. Me ciyê wî li ber peteka qalorîferê datanî. Îja ê li wir çi bike? Rojê nêzî 20 derman dixwarin. Me mama didayê. Em diqilqil in. Nikare bi tena xwe di girtîgehê de bimîne. Ji girtiyên din ne biqîmetir e. Lê belê extiyar e, nexweş e û bêhal e."    Akinci xwest hevjînê wê bê berdan û got: "Ji be rku nexweş e, divê em lê binerin. Li derve ê bi rihetî bê tedawîkirin. Nikare li girtîgehê bimîne. Em dixwazin rojên xwe yên dawî li cem me derbas bike. Heya niha gelek zehmtî kişandine. Hat îşkencekirin, hat girtin. Bila rojên xwe yên dawî li cem me derbas bike."    MA / Îdrîs Sayilgan