Li Şirnex û Sêrtê operasyona eskerî hat destpêkirin 2021-03-30 10:55:32   ŞIRNEX - Hat daxuyandin ku li Şirnex û Sêrtê bi beşdariya hezar û 317 esker, tîmên taybet û cerdevanan oprasyona eskerî hatiye destpêkirin.    Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî hat ragihandin ku li Şirnex û Sêrtê “Operasyona Eren-12 Guleşlî” hatiye destpêkirin. Hat zanîn ku operasyon bi beşdariya hezar û 317 esker, tîmên taybet û cerdevan pêk tê.