Li Mêrsînê û Antalyayê herî kêm 11 kes hatin binçavkirin 2021-03-30 13:03:24   MÊRSÎN - Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve tê birêvebirin polîsan bi ser mala endamên TUHAD-DER’ê de girt û herî kêm 11 kes binçav kirin.    Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve derbarê Komeleya Alîkariyê û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUHAD-DER) lêpirsîn da destpêkirin, eskeren serê sibehê bi ser gelek malên taxên navçeya Akdenîza Mêrsînê ve girt. Di serdegirtinên hemwext de 9 kes hatin binçavkirin.    HÊCET: PERE ŞANDINE GIRTÎGEHÊ    Yên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Akdenîzê. Hat zanîn ku bi hêceta pere ji girtiyan re şandine hatine binçavkirin û tê payîn wan bibin Antalyayê.    Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Rêveberên TUHAD-FED’ê ya Çûkûrova yên berê Celal Yel, Hasan Vadî, Alî Bîlen, Kadrî Ezen, Nermîn Aktug, Diyar Turgut, Eylem Turgut, Serhat Turgut û Yener Aydin.    Di çarçoveya heman lêpirsînê de di serdegirtinên li Antlayayê de jî endama Meclîsa HDP’ê Songul Şarkli û Selma Yavûz hatin binçavkirin.