Di kongreya TUAY-DER’ê de rojev tecrîd bû 2021-03-30 15:28:37   AMED - TUAY-DER’ê di 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî de rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Parlementera HDP’ê Dersîm Dag di kongreyê de axivî û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li dijî tecrîdê dane destpêkirin û wiha got: “Em ê bi ser bikevin."    Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY-DER) 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşmeya “Bila tecrîd bi dawî bibe û zindan werin valakirin” li avahiya Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên TUAY-DER, MED TUHAD-FED, MEBYA-DER, OHD, Komeleya 78’an û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî kongereyê bûn.   ‘KESÊN TÊDIKOŞIN HER TIM BI SERKETIN’   Di kongreyê de ewilî Parlementera HDP’ê Dersîm Dag axivî. Dag diyar kir ku tecrîde li ser Ocalan tê birêvebirin li hemû Rojhilata Navîn belav bûye û wiha got: “Girtiyan çawa beriya niha li dijî tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin îro jî bi heman awayî çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin. Daxwaz heman in. Em dizanin ku kesên têdikoşin her tim bi serketin û em dizanin ku em ê bi ser bikevin."    Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Bajêr a Amedê Mehmet Bakir jî axivî û destnîşan kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ji bo HDP’ê û saziyên kurdan bigire her tim di nava hewldanan de ye. Bakir got gelê kurd di Newrozê de bersiva hewldanên AKP-MHP'ê da. Bakir anî ziman ku ji bo bi gelê kurd re têkilî çênebe tecrîda li ser Ocalan giran dikin û wiha got: “Xwestin bi polîtîkayên berê birêz Ocalan, bi birayê wî Mehmet Ocalan re hevdîtinê bike. Lê birêz Ocalan ev polîtîka qebûl nekir û diyar kir ku nayê lîstîka dewletê. Ji ber vê yekê divê çi ji destê me bê em bikin.”   Piştî axaftinan Hevserokê TUAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel rapora xebatê xwend.   Di hilbijartina hat kirin de Mehmet Emîn Guzel, Mehmet Uzel, Muşeher Ulker, Guler Yuksekbag û Zeynep Uzer ji bo desteya rêveberiyê hatin hilbijartin.