Di operasyona Kampa Holê de 53 DAIŞ’î hatin girtin 2021-03-30 16:06:47   NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir di operasyona xwe ya ku 3 roj in li Kampa Holê didomînin de 53 DAIŞ’î girtine.    Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 28’ê adarê de bi navê “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” li Kampa Holê ya ku malbatên DAIŞ’iyan lê dimînin dest bi operasyona berfireh kir. Ev operasyon 3 roj in didomin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî operasyonê daxuyanî da. Berdevkê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen, Berdevkê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Gabrîel Kîno, Berdevkê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û Endama Fermandariya Giştî ya Meclîsa Herêma Cizîrê Ewînar Dêrik tevlî daxuyaniyê bûn.    Daxuyanî wiha ye:   “Li ser esasê erka me ya mirovî, qanûnî û exlaqî, hêzên me di 28’ê Adarê de bi desteka QSD, YPG û YPJ’ê li Kampa Holê Operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ dan destpêkirin. Operasyon piştî ku gelek şêniyên kampê ji aliyê şane û endamên DAIŞ’ê yên li kampê veşartî ve hatin kuştin, her wiha piştî hewldanên çeteyan ên belavkirina fikrê terorîst û tundraw di nava zoarkên biçûk de, hat destpêkirin.   53 DAIŞ’Î HATIN GIRTIN   Piştî du rojan ji destpêkirina operasyonê em teqez dikin ku em pabendî mafên mirovan û peymanên navneteweyî ne ku mafên mirovan diparêzin. Hêzên me di operasyonê de li gorî pîvanên mirovî tevdigerin. Di du rojên bihurî de û heta niha 53 çeteyên DAIŞ’ê û di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn, hatin girtin. Her wiha gelek telefonên destan û laptopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatin desteserkirin.     HETA TUNEBÛNA DAIŞÊ…   Niha, em ji we re teqez dikin ku zêdetirî 5 hezar endamên me yên beşdarî operasyonê bûne, bi ruhekî berpirsiyar kar bikin da ku aramî û ewlehiyê ji şêniyên kampê û bi taybetî ji zarokan re vegerînin û wan ji xeteriya fikrên terorîst rizgar bikin.   Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn em teqez dikin ku heta tunekirina terorîstan li kampê, wê operasyona me dewam bike. Em destnîşan dikin ku Operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ di roja sêyemîn de bêyî astengî yan pirsgirêk ku bibin sedema derengmayîna operasyonê, bi rêve diçe.”