Di operasyona Holê de DAIŞ’iyek paye bilind hat girtin 2021-03-31 11:06:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Di operasyona li Kampa Holê ku li dijî DAIŞ’ê tê birêvebirin de yek jê paye bilind 2 DAIŞ’î hatin girtin.   Operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 28’ê adarê de li Kampa Holê bi navê “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” da destpêkirin, di roja 4’emîn de berdewam dike. Tîmên Yekîneyên Antî Teror (YAT) ku girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn in bi ser agahiyên bi dest xistin, li kampê operasyoneke taybet li dar xist. Di operasyona ku di saetên serê sibehê pêk hat de yek jê paye bilind 2 DAÎŞ’î hatin girtin. Operasyona ku heta niha tespîta nasnameya 11 hezar 747 kesan hatiye kirin didome.