Malbata Şenyaşar: Em ê xwe bispêrin edaleta Xwedê û li ber xwe bidin 2021-03-31 12:15:49   RIHA - Çalakiya “Nobeta Edalet” ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 23’yemîn de berdewam dike.    Çalakiya bi daxwaza “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin di roja 23’yemîn de berdewam dike. Beriya Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsa Rihayê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û di êrişê de Hacî Esvet û lawên wî Adil û Celal jiyana xwe ji dest dabûn û Fadil Şenyaşar jî bi giran birîndar bûbû û pişt re hatibû girtin. Emîne û Ferît Şenyaşar bi vê çalakiyê dixwazin edalet pêk were û Fadil Şenyaşar tavilê were berdan.    ‘DAXWAZA ME YA EDALETÊ DIDOME’    Wek her roj vê sibehê jî Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît çûn ser terenceya li ber Edliyeya Rihayê rûniştin û çalakiya nobetê li dar xistin. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya civakî wiha got: “Dozgerê dosyeyê hevdîtinê bi me re qebûl nake, her çiqas alîgirê zalim û yên bi hêz be… Ji ber em edaletê dixwazin 3 caran li ser fermana Serdozgeriyê me binçav kirin, lê her çi qas me binçav bikin jî… Em ê xwe bispêrin edaleta Xwedê û li ber xwe bidin. Di roja 23’yemîn de daxwaza me ya edaletê berdewam dike.”